Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 14:53 17 Mijdar 2025
  • |

WAN - Şîna ji bo Fadîme Elkanê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseyê, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. 

 
Ji bo endama YPG’ê Fadîme Elkan (Bêrîtan Elbak) ku di 6’ê Adara 2017’an de li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê şîn hate danîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdanê. 
 
‘KURD HENE Û LI HER DERÊ NE’  
 
Girseya ku ber bi mala şînê ve meşiya, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Malbatê, girse li pêşiya mala şînê pêşwazî kir. Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kayayê di serdanê got: “Weke ku tê zanîn em di pêvajoya aştiyê de ne. Tevgera PKK’ê 52 sal in têdikoşe. Bila êdî her kes bizane ku Kurd hene û li her derê ne. Têkoşîna birêz Ocalan di şertên tecrîdê de dimeşîne, ji bo azadiya tevahiya gelê Kurd e.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurtê jî banga xwedîderketina li pêvajoyê kir û got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiya Kurdan têkoşînek heye. Divê gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkeve.” 
 
Malbata Fadîme Elkanê jî got: “Bêrîtan beriya biçe malbateke wê hebû. Lê niha tevahiya welat malbata wê ye.”