ENQERE – Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan carek din gef li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) xwar û sînyala destwerdanê da.
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan bi weşana zindî beşdarî merasîma vekirina Bendava Ryehanli ya li Hatayê bû. Erdogan di merasîma vekirinê de axivî û gef li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) xwar û sînyala destwerdanê da. Erdogan got: “Hêj li Sûriyê herêmê terorê ya bi awayê soz dane wê were paqijkirin an jî em ê biçin û bixwe wir paqij bikin.”