STENBOL - MYK’a HDP’ê, ji bo ku bernameya xwe ya xeta siyaseta dema nû diyar bike, li Stenbolê civiya.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê civiya. Endamên MYK’ê yên dibin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de civiyan, civîna xwe li avahiya Rêxistina Bajar a Stenbolê pêk anî.
Di civînê de, pêvajoya siyasî hat nirxandin, bernameya dema nû hat diyarkirin, êrîş û zextên li dijî partiyê hatin nîqaşkirin.
Civîn wê heya saet 17.00’ê şevê dewam bike û biryarên di civînê bên girtin, wê dûre bi raya giştî re bên parvekirin.