STENBOL – Hiqûqzan Dogan Erbaş, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî mayinde bê çareserkirin pêdivî bi qanûneke bingehîn ku her kes tê de hebe heye û got, berî ku pirsgirêk kûrtir bibin divê her kes li dor zemîneke demokratîk bê cem hev.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 1'ê Hezîranê de bi sernavê "Bi Hev Re Ber Bi Pêşerojeke Demokratîk Ve" deklerasyoneke ji 9 xalan pêk dihat parve kiribû. Yek ji binbeşên vê deklerasyonê jî "Heq, Hiqûq û Edalet" û "Qanûneneke Bingehîn a Demokratîk" bû. Di çarçoveya bernameyeke 3 mehî de bi gelek sazî û degehan re civîn hatin çêkirin û di 31'ê Tebaxê de jî "Deklerasyona Banga Ji Bo Aştiyê" hat weşandin.
Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê parêzer Dogan Erbaş, der barê deklerasyona HDP'ê û qanûneke bingehîn a demokratîk de axivî.
QANÛNEKE ANTÎDEMOKRATÎK
Erbaş, anî ziman ku qanûnên bingehîn peymaneke civakiyî ne û ji bo rêvberiyên welatan bivênevê ne û got, divê qanûnên bingehîn di bin du sernavan de bên vekoland. Erbaş, diyar kir ku ev her du sernav "Pêvajoya çêkirina qanûna bingehîn" û "naveroka qanûna bingehîn" in. Erbaş, bilêv kir ku lê belê gava mirov li Tirkiyeyê li pêvajoya çêkirina qanûnên bingehîn dinêre, bi awayekî aşkere dibîne ku bi awayekî antîdemokratîk tên çêkirin û bal kişand ser qanûna bingehîn a ji dema darbeya 12'ê Îlonê ve mayî.
Erbaş, destnîşan kir ku qanûna bingehîn a heyî di warê naverokê de jî qanûneke tekparêz e û got: "Xwedî naverokeke antîdemokratîk e. Lewma li gor rêgezên Komara Demokratîk îşaret bi qanûneke bingehîn a nû dikin."
'REJÎMEKE NÛ TÊ AVAKIRIN'
Erbaş, destnîşan kir ku lê belê îqtidara heyî li gor qanûna bingehîn a darbeyê jî tevnagere û got: "Em behsa îqtidareke ku li gor qanûnên xwe jî tevnagere dikin. Gava mirov li nîqaşên demên dawî yên der barê TTB, baro û AYM'ê de dinê re, ev yek bi awayekî zelal xuya dike. Sedema van nîqaşan jî, ew e ku îqtidar dixwaze rejîma xwe ava bike. Gotinên der barê 2023'yan ne gotinine pûç in. Gav bi gav ber bi avakirina rejîmeke nû ve diçin. Ev nîqaş û pêkanîn hemû amadekariyên ji bo vê rejîmê ne."
BÊCEZATÎ
Erbaş, bibîr xist ku her wiha ji zû de ye pratîkeke bêcezatiyê jî derketiye holê û got: "Sedema ev qas binpêkirina mafan zirxa bêcezatiyê ye. Ji bo vê jî mînaka herî berbiçav du welatiyên ku li navçeya Şax a Wanê ji helîkopterê hatin avêtin bixwe ye. Rojnamevanên ku nûçeya vê bûyerê çêkirin jî hatin girtin. Lê belê kiryarên bûyerê nedan ber lêpirsînê. Bi awayekî veşarî tê lêpirsînkirin. Lêpirsînên bi vî rengî dikin ku esker û polîs bi rihetî sûcan bikin."
SEDEMA SEREKE PIRSGIRÊKA KURD E
Erbaş, diyar kir ku sedema sereke ya tevahiya binpêkirinên mafan bi awayekî demokratîk neçareserkirin pirsgirêka kurd e. Erbaş got: "Neçareserkirina prisgirêka kurd, maf û azadiyên welatiyan ji holê radike an jî bisînor dike. Yanî em dikarin bibêjin neçareserkirina pirsgirêka kurd sedema sereke ya hemû pêkanînên antîdemokratîk e."
Erbaş, anî ziman ku serdemeke ev qas kirinên antîdemokratîk tên kirin de HDP'ê di 31'ê Tebaxê de bang kir ku "Bi awayekî aştiyane çareserkirina prisgirêka kurd pêkan e" û got: "Ji bo vê jî pêdivî bi pêvajoyeke dorfireh a muzakereyê heye. Piştî van bangawaziyan bi operasyonekê bi ser partiya me de hatin."
GOTINÊN OCALAN ÊN DERBARÊ QANÛNA BINGEHÎN DE
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îşaret bi "Qanûna Bingehîn a 1921'ê" kiribû. Erbaş bal kişand ser vê yekê jî û got: "Ocalan bal kişandibû ser naveroka Qanûna Bingehîn a 1921'ê û gotibû ev pêvajo cardin dikare zînde bibe. Gava em Qanûna Bingehîn a 1921'ê û roja îro didin ber hev du, ev qanûna bingehîn bêtir xwedî helwesteke azadîxwaz e. Di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de têgiha muxateriyetê heye. Yanî bi wateya xwe ya îro xweserî. Ev jî teqabulî xweseriya demokratîk dike ku em tim bilêv dikin. Ji xeynî vê Qanûna Bingehîn a 1921'ê hîn bêtir piralî ye. HDP jî vê yekê tîne zimên."
KOMBÛNA LI DOR ZEMÎNEKE DEMOKRATÎK
Erbaş, destnîşan kir ku ji bo qanûneke bingehîn bibe qanûneke demokratîk, divê dewlet, siyaset û civak jî demokratîk bin û got: "Pêiviya Tirkiyeyê bi çi heye? Divê lêgerînek çêbibe; wê bi qanûneke bingehîn a çawa pirsgirêkên li Tirkiyeyê bên çareserkirin. Tu qanûneke ku wekheviya zayendî û azadiya jinê esas negire wê ne demokratîk be. Divê qanûneke bingehîn ku di serî de jin û bi giştî jî tevahiya civakê di nav de bê çêkirin. Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî mayinde bê çareserkirin pêdivî bi qanûneke bingehîn ku her kes tê de hebe heye. Ev qanûna bingehîn jî ancax li emîneke demokratîk pêkan e. Me jî di 'Deklerasyona Ji Bo Aştiyê' de bal kişand ser vê yekê. Banga me bangeke berî ku pirsgirêk kûrtir bidin, em li dor zemîneke demokratîk bên cem hev du bû."
MA / Nacî Kaya - Ferhat Çelîk