NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku êdî sebra civakê li hember zext û tundiya tifaqa AKP’ê û MHP’ê nemaye û got: “Ji bo îqtîdarê jimartina ber bi paş ve zûve dest pê kiriye.” Gunay anî ziman ku divê her kes li dijî pergala tecrîdê jî têbikoşe.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.
Gunay destnîşan kir ku şewba vîrûsa koronayê tesîrek neyînî li ser tevahiya dinyayê dike û korona li Tirkiyê veguhera mijarek taybet û sereke û got: “Îqtîdara AKP’ê şewbê ji xwe re guherand fersendê. Bifikirin di bin navê piştevaniyê de nimreyên ÎBAN’ê ji xelkê re şandin û pere ji xelkê berhev kirin. Lê belê kes nizane çi ji van pereyan hat. Aqûbeta van pereyan ne diyar e. Rûyê îqtîdarê yê rasteqîn xwe di sala 2020’an de di warê kedkar, feqîr, jin, ciwanan de baş eşkere bû.”
‘XELK BIRÇÎ YE’
Gunay bal kişand ser rewşa aborî ya li Tirkiyê û got: “Li Tirkiyê her roja ku diçe aborî ber bi xerabiyê ve diçe Krîza aborî tune dihesibînin. Li Tirkiyê feqîr hin bêtir feqîr bûn. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê jî ew e ku bêkarî ye. Xelk nikare pêdiviyên xwe dabîn bike.”
‘QATIL HATIN BERDAN, SIYASETMEDAR DI HUNDIR DE NE’
Ebrû Gunay destnîşan kir ku îqtîdarê di pandemiyê de yasaya înfazê ku da pejirandin jî wek fersendê ji xwe re dît û ji bilî siyasetmedaran girtî, tecawizkar, serkêşên mafya, dizek, qatilan berda. Gunay got îqtîdarê yasaya “Pir baroyan” jî derxist û parêzera û serokên baroyan li dijî vê berxwedanek mezin dan nîşandan.
‘ME SALEK TIJE TUNDÎ, ZEXT Û GIRTINAN LI PEY XWE HIŞT’
Gunay bal kişand ser nîqaşa “lêgerîna tazî” ya ji aliyê partiya wan ve ku xistin rojevê û got: “Nîqaşên ‘lêgerîna tazî’ adeta îqtîdarê aciz kir. Çimkî ev yek di nava civakê de hat teşhîrkirin. Loma jî tenê ne îqtîdarê di heman demê de şirîkê wan jî aciz kir. Ji ber vê yekê jî îqtîdar serî li zext, tundî û zorê dide. Lê muxalefeta demokratîk paş de gav neavêt. Wê siyaseta demorkatîk di sala 2021’an de jî paş de gavan neavêje. Wê têkoşînek hin xurttir were birêvebirin.”
‘GIRTINA HDP’Ê NE HEDÊ TU KESÎ YE’
Gunay anî ziman ku sala 2020’an ji bo partiya wan salek zor bû û wiha got: “Bi taybetî di vê sala bihûrî de zext, binçavkirin û girtin pirr qewimîn. Me salek nexweş li pey xwe hişt. Tevî ku pandemî hebû jî qeyûman tayînî ser şaredariyên me kirin. Hevşaredarên me hatin girtin. Her roj bi dehan heval, endam û rêveberên me hatin binçavkirin û girtin. Bi vî awayî em bi zext, tundî, zor û girtinan re rûbirû man. Di nava salê de parlamenteriya parlamenterên me Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari hatin betalkirin. Dest danîn ser îradeya gel.
HDP pirr bi hêz li dijî van rabû. Me salek ku dînamîkên civakî yên xurt derxist holê. Me bi Bernameya Çalakiya Demokratîk çalakiyên mezin li dar xist û em seranserî havînê li kolan û meydanan bûn. Me du baskên meşên xurt ji Colemêrgê û Edîrneyê heta Enqereyê li dar xist. HDP’ê li gel hemû zextan jî carek din nîşan da ku kes nikare wê bêdeng bike. Nîqaşa girtina HDP’ê jî ji ber xûrbûna HDP’ê dikeve rojevê. Em ji kevnşeopiyek xwedî kokên wê fireh tên. Di her şert û merci de ev partî heta îro hatiye. Girtina partiyek ku ewqas li ber xwe dide û têdikoşe û serî natewîne ne hedê kesî ye û ne hêsan e. Çimkî partiya me xwedî dengê bi milyonan însanan e. Bi deh milyonan dengdanê wê hene. Hebûna HDP’ê temînata azadî, demokrasî, aştî, aramî, wekhevî, parastina mafê mirovan, mafê ekolojiyê û deng û rengê hemû civakan e.”
‘SEBRA CIVAKÊ NEMAYE’
Gunay diyar kir ku êdî sebra civakê li hember zext û tundiya tifaqa AKP’ê û MHP’ê nemaye û got: “Ji bo îqtîdarê jimartina ber bi paş ve zûve dest pê kiriye.”
JIN TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNIN
Gunay bal kişand ser têkoşîna jinan a di nava salê de li pey xwe hiştine û got: “Dixwazin Peymana Stenbolê paş de bidin. Lê em jin mafek wiha nadin zilaman. Heke gotinek hebe jî em xwedî wê gotinê ne û em pergala xwe ava bikin. Jin li her qadê têkoşîna xwe ya li dijî zilmê, zext û qetilkirinan didomînin.”
‘AKP DIXWAZE BI TECRÎDÊ XWE LI SER PÊYA BIGIRE’
Gunay destnîşan kir ku pergala tecrîda li Îmraliyê ji bo îqtîdara AKP’ê veguheriye awayê xwerêvebirinê û wiha got: “Nemaze îqtîdar xwe li ser rejîma tecrîdê li ser pêya dide girtin. Dema meriv qala tecrîdê dike tenê pergala Îmraliyê û birêz Ocalan tên bîra me. Lê belê ev pergala tecrîdê li tevahiya Tirkiyê belav bûye û her derî dorpêç kiriye. Bandora neyînî li ser jiyana her kesî dike. Dixwazin tecrîdê wek pergalekê bidin rûniştandin. Tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn.”
‘BERÎ ENCAMEK XIRAB DERKEVE DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
Gunay bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye destpêkirin û wiha got: “Dîsa destpêkirina grevên birçîbûnê tê wê wateyê ku polîtîkaya tecrîd, şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê heye û îqtîdar di van polîtîkayan de israr dike. Bi pêşengiya Leyla Guven 200 rojî greva birçîbûnê li dijî tecrîdê dewam kir. Wezîrê Dadê yê vî welatî derket û gotibû ‘Li Girava Îmraliyê astnegiya hevdîtina malbat û parêzeran nîne.’ Lê qonaxa em gihîştinê girîng e. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzeran tê astengkirin. Bi rêzdar Ocalan re herî dawî di meha nîsanê de hevdîtinek bi telefonê ku cara yekem bikar anî hevdîtin hat kirin. Piştî wê hevdîtinê agahî ji birêz Ocalan û her sê girtiyên cem nayê girtin. Yekem car bikaranîna telefonê jî dide nîşandan ku pergalek çawa hişk û girankirî ya tecrîdê li Îmraliyê heye.
Niha dîsa bi hezaran girtî li dijî tecrîdê rabûne. Berî ku encamek xerab derkeve, divê polîtîkaya tecrîdê were bidawîkirin. Lazime her kes deng bide dengê têkoşîna aştî û dengê girtiyên azadiyê. Berevajî vê wê encamên xerab bi xwe re bîne. Polîtîkaya pergala tecrîdê bi polîtîkayên şer re bi Tirkiyê dide windakirin. Her israrek di polîtîkaya tecrîdê de dibe şer, hilweşandin, mirin û rijandina rondikên çavan. Divê li dijî vê pergalê têkoşînek hevpar hebe.”
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Erol