Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede anî ziman ku îdianameya derbarê HDP’ê de ji raya giştî tê veşartin.  

 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cara duyemîn îdianame amade kir û pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir. Bi gotina ku “fermana serdozger heye, tu agahî û belgeyan nedin” îdianame nedan HDP’ê. 
 
Îdianameya beriya viya ewilî piştî li medya îqtidarê hat belavkirin pişt re dabûn HDP’ê. AYM’ê wê îdianameyê ji ber kêmasiyên qaydeyî ve li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind vegerandibû. 
 
‘DIXWAZIN RASTIYAN VEŞÊRIN’ 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e nedayîna îdianameyê bo wan nirxand û bi bîr xist ku îqtidarê xwest îdianameya ewilî bi rêya medyaya xwe operasyona îdraqê çê bikin. Dede got di îdianameya ewil de tişta dihat xwestin berevajî li îqtidarê û medyaya wê zivirî û li gorî qaydeyan divê vê îdianameyê hem bidana HDP’ê û hem jî bidana çapemeniyê lê vê yekê nekirine. Dede destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu aliyek vê ku wê were parastin nîne û got: “Dixwazin rastiyan ji raya giştî veşêrin û vê îdianameyê ji raya giştî birevînin.”