Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk destnîşan kir ku temenê vê siyaseta ku dixwaze kurdan tune bike ne dirêj e û gotinên “Em ê destûrê nedin kurd xwîna hev birêjin” ên Mesûd Barzanî bi bîr xist. 
 
Siyasetmedarê xwedî azmûn ê kurd Ahmet Turk mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand û bi taybetî bal kişand ser siyaseta ku dixwaze kurdan tune bike, mijara tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û geşedanên li Başûrê Kurdistanê diqewimin. 
 
 
Turk destnîşan kir ku di cîhana îroyîn de êdî pirsgirêk dikarin bi rêyên diyalogê, hevparî û avakirina civakek demokratîk werin çareserkirin û got: “Ji bilî vê tu rêya çareseriyê nîne. Tevî hemû neyîniyan jî heke gel baweriya xwe bi tiştekî anîbû û daxwaza wan heye û li ser pêya ne. Çimkî daxwazek gelê kurd a rewa heye. Dema daxwazek wiha rewa hebe jî wê tu demê winda nekin.” 
 
‘TEMENÊ VÊ SIYASETÊ NE DIRÊJ E’ 
 
Turk bal kişand ser zext û zordariyên li ser siyaseta kurd û got: “Niha li Tirkiyê eniyek nijadperest heye û Tirkiyê bi rê ve dibe. Piştî ku ev eniya nijadperest hat avakirin, ji bo kurd bêhnê nestînin her cûre tişt hatin kirin. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku wê temenê vê siyasetê pir dirêj be. Tirkiye nikare vî barî ragire. Tu şansê ferasetek ku kurdan daf bide û dijmin bibîne nîne ku li ser pêya bimîne. Neçare ku wê hesab bidin.” 
 
‘MASE QELIBANDIN’ 
 
Turk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya hat bidawîkirin û wiha got: “Dewletê ango îqtidarê xwest bi projeyek wiha kurdan ji bo xwe qezenc bike. Lê ev nebû û berevajî vê yekê bû. Kurd bi kar derketin. Ji sedî 10 heta ji sedî 13’an derket. Dîtin ku ev proje kêrî wan nayê maseyê qelibandin. Mesele ewqas jî basit e. Min di mijara çareseriyê de tiştek pir cidî nedît.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN HÊJ AMADE YE’ 
 
Turk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ku kurdan bitepisînin, siyaseta kurd tune bikin, li dijî kurdan dest bi pêvajoya darizandinê kirin. Dizanibin ku peyamên birêz Ocalan ji bo çareserî û aştiyek mayînde ya li welat bû. Lewma di pêvajoyek wiha ku her roj zext pêk tên hevdîtina malbatê û parêzeran a li gel Ocalan asteng dikin. Çimkî peyamên Ocalan pir eşkere ne. Min bi xwe jî pê re hevdîtin kir. Êdî li vî welatî siyaseta demokratîk mesafeyek belî dîtiye. Wê baweriyê danî holê ku ev pirsgirêk bi rêbazên aştiyane, hevdîtinên diyalogê were çareserkirin. Birêz Ocalan hêj di wê baweriyê de ye. Lê ji bo ku ev peyam bigihîjin civakê astengî hene û siyaseta tecrîdê berevajî peyamên Ocalan in. Ji ber vê yekê tecrîdek wiha bi rê ve dibin.
 
Dixwazin kurdan bi polîtîkayên zordariyê bitepisînin. Lê wê çiqas dikaribin vê polîtîkayê bidomînin. Hûn dikarin du sê salan dewam bikin. Hûn ê piştî wê çi bikin? Hûn biçin dagirkirina dinyayê hemû? Hûn hemû beşên kurd lê dijîn dagir bikin jî ma hûnê li wir bimînin? Naxêr. Teqez wê rojekê daxwazên kurdan pêk werin.” 
 
‘YEKÎTÎ HEBÛYA WÊ ÎRO ÊRIŞ PÊK NEHATINA’ 
 
Turk destnîşan kir ku ne mimkin e Tirkiye bi operasyonên derveyî sînor ango êrişên li ser Başûrê Kurdistanê encamê bigire û wiha got: “Ew encam girtin ne mimkin e. Pir zelal li holê ye ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkayên zordarî, gef xwarinê, tepisandinê û tunekirinê wê encam nayê girtin. Wê ev serdema tarî çiqas bidome? Helbet wê nedome. Ji bo kurd li derdora hev kom bibin û yekîtiya neteweyî ya kurd çê bibe, gelek xebat hatin kirin. Min jî di nava xebatan de cih girt. Lê mixabin tiştek şênber ku me pêk anî nîne. Ji ber yekîtî pêk nehat jî îro em bi êşên wiha giran re rûbirû ne. Heke îro siyaseta kurdan, rêxistinên civakî yên sivîl ên kurdan xwedî hişmendiyek yekgirtîbûna belkî îro hinekan wiha bi rehetî nikaribûya êriş bike.” 
 
GOTINÊN BARZANÎ BI BÎR XIST 
 
Turk anî ziman ku ew geşedanên li Başûrê Kurdistanê bi baldarî dişopînin û got: “Birêz Mesûd Barzanî di dema berê de gotibû ‘Kurd wê êdî ji hev re çeke nekişînin, em ê destûrê nedin kurd xwîna hev birêjin’. Pêwîste PDK û birêz Barzanî vê yekê ji bîr neke. Ji bo ev tengezariyên heyî ji holê werin rakirin pêwîste komîsyonek hevpar were avakirin. Divê ev geşedan û bûyerên dawî werin lêkolînkirin. Heke pêwîste be divê xeletî werin tespîtkirin û xeletî li ku be divê pir zelal werin eşkerekirin. Lazim e em ji hev lêbîronê bixwazin. Heke şaşîtiyek hebe em neçarin bi berpirsiyariya ravekirinê rabin û erk û berpersiyariya xwe pêk bînin.” 
 
MA / Omer Çelîk - Mehmet Erol