‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’

img
AMED - Parlementera HDP’ê Semra Guzel, şewatên daristanan ên piştî operasyonên eskerî li çoltera heremê derdikevin, bir rojeva meclîsê û pirsa “Geşo şewat bi zanebûn tên derxistin?” kir. 
 
Şewata ku li Çiyayê Gorse ya di navbera navçeya Pîran a Amedê û navçeya Miyaran a Xarpêtê ku piştî operasyona eskerî ya di 1’ê Hezîranê de derketibû, di roja 11’emîn de xwe bixwe vemirî. Şewata di encama guleberdana eskeran de li herema Deriyê Cebraîl a li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hêj didome. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel şewatên ku li hin bajarên Bakûrê Kurdistanê didomin bir rojeva Meclîsê. Guzel, bi daxwaza ku Wêzîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bersiv bide pêşniyazpirsek da Meclîsê. 
 
Guzel, diyar kir ku ji hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an heta niha li çoltarên Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg û Amedê bi awayekî sîstematîk şewat derdikeve an jî tê derxistin û anî ziman ku şewatên daristanê bandorê li jiyana civakî û sosyoekonomîk dike. 
 
‘BI ZANEBÛN TÊ DERXISTIN?’
 
Guzel bi daxwaza ku Wêzîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bersiv bide, ev pirs pirsîn:
 
“* Şewata daristanan a li Gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê ku piştî operasyonên eskerî derket an jî hat derxistin bi agahiya wezareta we derket?
 
* Rast e ku Qeymeqamtiya Pîranê biryar girtiye ku heta şewat negihe jîngehan mudaxaleyî şewatê nayê kirin? Heke ev rast be wê demê nayê wê wateyê ku şewat bi zanebûn hatine derxistin?
 
* Ji sala 2015’an û vir ve li gorî bajar û salan çend şewatên daristanan derketine? Ji sala 2015’an û vir ve li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg û Amedê piştî operasyonên eskerî çend şewatên daristanê derketine? Di şewatên derketin de çend hektar daristan hatiye texrîbkirin? Di çend hektarî de dîsa dar hatine danîn?
 
* Dema li rojavayê welat şewatên daristanan derdikevin mudaxale tê kirin, lê dema cihên ku kurd lê zêde ne şewat derdikevin mudaxale nayê kirin û welatî tên astengkirin. Sedemê vê yekê çi ye?
 
* Ji ber şewatên derdikevin welatiyên ku karê çandinî û sewalkariyê dikin zirarê dibînin û ji ber koçkirinê binpêkirinên mafan ên giran derdikevin holê. Ji bo ku zirarên welatiyan bên pêşwazîkirin û binpêkirinên mafan bên astengkirin xebateke we heye?"