‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’

img
WAN - Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku li welat karesateke siyasî tê jiyîn û bi lêv kir ku wê li dijî polîtîkayên tên bi rê ve birin, têbikoşin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê derbarê xebatên li bajêr û navçeyan bi rê ve birin de, li otelekê civîn li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan û endam û rêveberên navend û navçeyan beşdar bûn. Beriya civînê têkildarî xebatên HDP’ê yên li bajêr sînevîzyonek hat pêşandan. Di civînê de ewilî Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan axivî.
 
FELAKETA SIYASÎ
 
Dogan, diyar kir ku welat di bin polîtîkayên tecrîd û zextan de ye û li her qadê li dijî van polîtîkayan têdikoşin. Dogan, rewşa ku welat di nav de ye weke felaketa siyasî penase kir û wiha got: “Partî ji bo hilbijartinên pêşiya me dixebitin. Di vê çarçoveyê de bi hesaba ‘em ê HDP’ê çawa bigirin? , Em ê dengê kurdan çawa li hev parve bikin?’ tevdigerin. Em di ferqa vê de ne û van polîtîkayan baş dizanin.”
 
TECRÎD Û ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Dogan, têkildarî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya didome de jî wiha axivî: “Her roj li vî welatî mirov dimirin. 40 sal in esker û gerîla dimirin. Tecrîda ser Birêz Ocalan îro belavî ser hemû civakê bûye. Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got ‘hefteyekê bidin min ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim’ heke ligel vê yekê jî tecrîd were ferzkirin, wê demê kesên vê dikin hevkarê meşandina vî şerî ne.”
 
QEYÛM DARBE YE
 
Dûre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin polîtîkayên qeyûman nirxand û wiha got: “Darbeya 1960, 12’ê Îlonê û 28’ê Sibatê çi be pergala qeyûm jî ewe. Darbe darbe ye. Dema em hatin bi sedan taxan civînên gel li dar xistin û pêwistiyên gel tespît kirin. Bi mûxtaran re civîn li dar xistin. Lê tu polîtîkayên qeyûm ên gel tune ne. Heke hûn gel tevlî pêvajoyê nekin tu wateya wê namîne. Em bi projeyên ku 50, 100 salên pêşiya me hedef dikin derketin rê. Dema ku em ketin nav hewldanên pêkanîna van projeyan mixabin qeyûm hat tayînkirin.”
 
PIRSGIRÊKA PERGALÊ
 
Dûre Parlementerê Wanê Mûrat Sarisaç jî diyar kir ku Wan ne li cihê ku heq dike ye û wiha got: “Deriyê sînor ê li vê derê têk çûye, ev da têra aboriya bajêr bike lê Wan jê sûdê nagire. Wan di karê pez yekemîn, yê dewaran de jî 15’emîn e.  Ji aliyê xwezayî û dîrokî jî cihek gelekî xweş e. Lê mixabin mirov bi zanebûn xizan tên hiştin. Ji ber ku xizan in mecbûr dimînin biçin bajarên derve. Ev rewş berhema rêveberiyên bêkêr in. Pirsgirêka bingehîn ya vî bajarî û gel azadî ye. Polîtîkayên pişaftin, şer û tunekirinê yên qasî dîroka Komarê hatin pêkanîn ev bajêr xistiye vî halî. Êrîşî xwezaya kurdan dikin. Li Zîlana ku ji bo kurdan cihekî dîrokî û girîng HES’an ava dikin.”
 
‘DIVÊ BAJÊR BI MIRINAN NEYÊ BÎRANÎN’
 
Sarisaç, diyar kir ku li wanê gelek karesatên xwezayî tên jiyîn û wiha axivî: “Di nava çend salan de li Mîksê aşût li Elbakê erdhej û lehî pêk hatin. Gelê me zirareke mezin dît. Dema AKP’î çûn herêmê gotin ‘bila HDP’î werin alîkariya we bikin’. Ev ne rewşeke hesan e. Bi nedayîna alîkariyê gefan li mirovan dixwin. Şûna ku desthilat alîkariyê bide van mirovan gefan lê dixwe. Em vê qebûl nakin. Dîsa meseleya sînoran girîng e. Şûna ku sînor sûdê bigin Wanê bi kuştina mirovan tên bîranîn. Îran û Tirkiyeyê gelek welatiyên me ser sînor kuştin. Penaberên ku zivistanê di bin berfê de man û jiyana xwe ji dest dan hebûn.  Dîsa meseleya penaberên ser sînorê Wanê derbas dibin heye. Penaber ser sînor dimirin, di Gola Wanê de difetisin, di qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Divê êdî ev bajêr bi mirinan neyê bîranîn.”