Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Naveroka danezane ku wê HDP di 27'ê îlonê de aşkera bike ji dane û peyamên ku di salekê de li qadê hatine berhevkirin pêk tê. Partî, amadekarî dike ku hesabê hejmarî yê dengan derbas bike û rêya qezenckirina hêzên demokrasiyê xiz bike. 

Danezana ku wê HDP di 27'ê îlonê de aşkera bike ji aliyê raya giştî û muxatabên siyasî yên partiyê ve tê meraqkirin. Tê gotin ku wê danezan bibe nîşaneya ku HDP rêvebirina Tirkiyeyê hedef dike û derkeve ser stratejiya "Li Kurdistanê qezenc bike û li Tirkiyeyê bide windakirin" a hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an. Ji hesabê hejmarî yê dengan ê hilbijartineke muhtemel wêdetir wê HDP di danezanê de şertên xwe deyne holê û helwesteke zelal nîşanî hemû aliyan bide û rêya qezenckirina hêzên civakî xêz bike. 
 
HDP'ê, xebatên xwe yên ku ji serê salê ve dike di navbera 10-12'ê îlonê de di civînên xwe yên Meclisa Jinan, Meclisa Partiyê (PM) û Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) de nîqaş kir. Di rojeva HDP'ê de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên jin, ekolojî, ciwan, aborî, edalet û demokrasiyê cih digirin. Danezana ku bi baldarî hatiye amadekirin û nexşerêya serdema nû ya HDP'ê têde bê diyarkirin tê payîn ku ji 10 xalan pêk bê. 
 
Di serî de Hevserokên Giştî yên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel jî di nav de serî li nêrinên siyasetmedarên girtî hat dayîn. Beriya aşkerakirina danezanê wê bi Koma HDP'ê ya Meclisê û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî re jî civînek bê kirin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar her asta danezanê koordîne dikin.
 
 Xebatên ku HDP'ê ji serê salê ve li qadê dike wê bia awayekî yekkûn di danezanê de cih bigirin. 
 
MA / Bêrîvan Altan