Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar

img

ENQERE - Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî yê derbarê niqaşên namzetê serokkomariyê de axivî û wiha got: “Namzetekî ku HDP piştevaniya wî neke nikare hilbijartina serokkomariyê qezenç bike.”

Ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve niqaşên hilbijartinê dîsa hatin geşkirin. Tifaqa Cûmhûr ji bo hilbijartinê qezenç bike, pêngavên xwe yên ku ji bo tifaqa muxalefetê belav bike didomîne. Bulent Tûran ê AKP’î di daxuyaniyeke xwe de gotibû heke hilbijartinek çêbibe wê namzetê serokkomariyê yê Tifaka Millet, HDP diyar bike. Desthilat û muxalefeta ku bi HDP’ê re nayên gel hev, bazarên xwe yên hilbijartinê bi ser hilbijêrên HDP’ê bi rê ve dibin. HDP ya ji bo hilbijartinê di asteke girîng de ye jî wê di 27’ê Îlonê de siyaseta ku bi rê ve bibe û li dijî hişmendiya “Çawa be wê HDP bi her awayî piştgiriyê bide” bi deklerasyonekê rêgezên xwe aşkere bike. 
 
Hevberdevkê ji Karên Hilbijartinê yê HDP’ê Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî, niqaşên hilbijartinê, tifaqên di nava partiyan de û têkildarî bijartina namzetê serokkomariyê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘EM Ê BIBIN KABÛSA AKP’Ê’
 
Tiryakî anî ziman ku li benda hilbijartinekê ne û wiha got: “Em li bendê ne ku bi vekirina meclîsê di qanûnên hilbijartinê de guhertin werin kirin. Piştî ku qanûnên hilbijartinê ketin meriyetê jî divê salek bi ser ve derbas bibe. Ji ber wê nikarin heta Cotmeha 2022’yan hilbijartinekê bikin, lê em li bendê ne ku di Mijdara 2022’yan de hilbijartinekê bikin. Dê rêgezan biguherînin û di şertên Rewşa Awarte (OHAL) de hilbijartinê pêk bînin.” Tiryakî têkildarî daxuyaniya Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Bulent Tûran a “Wê namzetê serokkomariyê yê Tifaka Milet HDP diyar bike” wiha axivî: “Em ê berdewam bikin ku bibin kabûsa AKP’ê û Bulent Turan. Mîna Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê û hilbijartinên Stenbolê yên nû. Em daxuyaniyên bi vî rengî wekî daxuyaniyên mebesta têkbirina muxalefetê dibînin.”
 
‘NIKARIN NÊZÎ JI SEDÎ 51’Ê BIBIN’
 
Tiryakî niqaşên ku ser namzetên serokkomariyê tên birêvebirin jî wiha nirxand: “Pergal bi temamî ser serokkomar tê avakirin. Hema bêje wê muxtarê taxê jî serokkomar diyar bike. Wexta em behsa pergala yek mirovî dikin em qala rastiyekî dikin. Hemû saziyên darazê yên bilind jî girêdayî serokkomar bûne. Di bin van şert û mercan de niqaşên serokkomariyê girîng bidin. Kesekî ku ji sedî 51 negire nikare bibe serokkomar. Niha li Tirkiyeyê jî tu partî nikarin nêzî ji sedî 50 bibin, ji ber vê yekê ew ev niqaş heta hilbijartinê bidomin.”
 
‘DIVÊ NE NAV RÊGEZ BÊ NÎQAŞKIRIN’
 
Tiryakî, da zanîn ku weke HDP ji xeynî nav, nîqaşa rêgezan diparêzin û wiha berdewam kir: “Em Tirkiyeyeke çawa xeyal dikin? Em rêveberiyek û parlementoyeke çawa dixwazin? Têkildarî pirsgirêka kurd pêşniyariyeke me ya çareseriyê ya çawa heye. Niqaşa vê girîngtir e. Îhtîmaleke mezin wê partiya me tena serê xwe bikeve hilbijartinê. Bêyî ku bikeve nava tifaqekê weke rêya sêyemîn wê xeta tifaqa demokrasiyê bi rê ve bibe.”
 
DESTNÎŞANKIRINA RÊGEZAN
 
Tiryakî, destnîşan kir ku divê hilbijartina serokkomariyê bi hevkariyekê were çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hinek bêjin em kîjan namzetî nîşan bidin, çawa be wê HDP piştevaniya wî/ê namzetî/ê bike ev xetayeke. Tifaqa Milet û Tifaqa Cûmhûr heye. Hemû anket jî didin nîşandan ku namzetên her du tifaqan jî bi tena serê xwe nikarin hilbijartina serokkomariyê qezenç bikin. Namzetekî ku HDP piştevaniya wî neke nikare hilbijartina serokkomariyê qezenç bike. HDP heta niha weke hin kes dibêjin ev yek tu car weke şantaj bikarneaniye. Em dibêjin werin em li ser rêgezan niqaşê bi rê ve bibin.”
 
Tiryakî, bi lêv kir ku tu daxuyaniyên wan ên ku bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê nînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku dîroka hilbijartinê û namzetên tifaqan neyên diyarkirin mirov gotinekê bibêje ne rast e.”
 
MA / Bêrîvan Altan