Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku komplu ji bo şikandina vîna gelê Kurd operasyonek siyasî bû û got: “Lê Ocalan hemû destwerdanên siyasî yên li dijî xwe û gelan pûç kir.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de, bi komployek navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ê ku hêzên kûrewî xwestin wî ji holê rabikin, 23 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dibin şert û mercên girtan ên tecrîdê tê girtin. Ocalan ê ku 23 salin li Îmraliyê sedem û encamên komployê analîz dike, diyar kiribû ku hêzên navneteweyî aştiya li Rojhilata Navîn armanc dikin û rola "nobedariyê" jî dane Tirkiyeyê. Ocalan, hemû pêwendiyên xwe de, dest nîşan dikir ku bi komployê tê xwestin ku aştiya Tirk-Kurd were astengkirin. Lê ev lêgerînên Ocalan ên çareserî û aştiyê, her tim rastî tecrîdek herî giran hatin. Ev rewş bi astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Ocalan re dewam dike.
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di salvegera 23’yemîn a dîlgirtina Ocalan de, derbarê armanc û encamên komployê, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û pirsgirêka Kurd de, nirxandinên girîng kirin.  
 
OPERASYONA SIYASÎ
 
Bayindir, diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komploya li dijî Ocalan armanc kirin ku plan û hedefên xwe yên stratejîk ên dîrokî pêk bînin û wiha axivî: “Bi komploya li dijî Birêz Ocalan, armanc kirin ku rêxistinbûyîna siyasî û civakî ya gelê Kurd parçe bikin. Pêwîst e ku komploya navneteweyî weke şêwazê destwerdana siyasî were dîtin ku pêşeroja sedsalî ya gelê Kurd bi tevahî diyar bike. Komplo ji bo şikandina vîna kurdên berxwedêr, operasyonek siyasî bû.”
 
RASTIYA KURD 
 
Bayindir, da zanîn ku Birêz Ocalan ê 23 salin li Îmraliyê tê girtin, komplo vale derxistiye û wiha got: “Dema ku em li binesaziya rêxistinkirî ya gelê Kurd mêze dikin, ji sala 99’an zêdetir, netenê li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê di astek bi bandor de ye. Ji ber vê, ya ku hat parçekirin ne hebûna Kurd û zanebûna Kurde. Rastiyeke Kurd a li her derî belav bûye heye. Bê guman, pêşniyarên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyên demokratîk ên Rojhilata Navîn ên di wateya rewşenbîrî, felsefî, bîrdozî û dîrokî de pir girîngin. Li dijî komployê, gelê Kurd gihand asteke hişmendiyê. Di heman demê de wî ji bo krîzên sereke yên 200 salên dawîn ên li Rojhilata Navîn pêşniyarên çareseriyê pêşxistin.”
 
OCALAN BU REFERANS
 
Bayindir, anî ziman ku fikir, raman, paradîgma û pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan bandorek mezin li Rojhilata Navîn kir û wiha rêz kir: “Êdî bi tu awayî, cureyên destwerdanên eskerî û çareseriyên dewletên netew li Rojhilata Navîn çareseriyan pêş naxin. Berevajî vê perspektîfên çareseriyê yên ku Birêz Ocalan anîne ziman û pêş xistine, ji aliyê gel û civakan ve her ku diçe zêdetir tên pejirandin. Di encamê de, ramanên birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bûne navenda sereke ya referansê.” 
 
BERXWEDANA OCALAN
 
Bayindir, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ocalan 23 salin li Îmraliyê dibin tecrîdek giran de tê girtin. Bi vê tecrîdê dixwazin têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd belav bikin. Hemû êrişên li dijî Kurdan li ser Îmraliyê re tên pêşxistin. Îmralî bûye weke laboratuvarekê. Lê Ocalan hemû destwerdanên siyasî yên li dijî xwe û gelan pûç kir. Ocalan 23 sal in berxwedanek bê navber didomîne. Çareserî pêşxistin û kes nikare vê rastiyê înkar bike. Berxwedana Ocalan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, di qada siyasî de aniye rewşek pir girîng.” 
 
HEDEF AZADIYE
 
Keskîn Bayindir, bi bîr xist ku AKP-MHP ji bo ku komploya navneteweyî bi ser bixe, konsepteke êrişê ya dijwar pêş xistiye û wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd, hêzên demokratîk ên li Tirkyeyê û gelên demokratîk ên li Rojhilata Navîn, li dijî vê komployê azadiya Birêz Ocalan kirine hedefa xwe. Ev fikir û raman, bi her awayî, di nava têkoşînek mezin de ye. Îro, dema ku em siyaset û binesaziya civakî ya li Tirkiyeyê digirin dest, ev rastî derdikeve holê. Bi pêşengtiya AKP û MHP’ê tê xwestin ku komployê bi ser bixin. Ji ber vê şerek dijwar tê meşandin. Li dijê vê yekê jî, daxwaza azadiya Birêz Ocalan a gelê Kurd, dostên wê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê heye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy