Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin

img
ENQERE - Nûnerên rêxistinên elewiyan ên tevlî hevdîtina di çarçoveya deklarasyona ku HDP’ê aşkera kir de hatibû lidarxistin bûn, diyar kirin ku deklarasyon ji bo demokrasiya Tirkiyeyê girîng e û divê xwedî lê bê derketin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştiyê” de ku di 27’ê Îlonê de aşkera kir û ji 11 xalan pêk tê de hin serdanan dike. HDP ya ku deklarasyona bi xebatên qadê amade kiribû bi partî, hêzên demokrasi û saziyên sivîl ên civakî re parve dike, duh jî bi nûnerên rêxistinên elewiyan re hat gelhev. 
 
Hevdîtina ku bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar pêk hat, nêzî du saetan dom kir. Di hevdîtinê de nûnerên saziyên weke Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Weqfa Çandê ya Anadolû ya Haci Bektaşî Velî û Komeleya Elewiyên Demokratîk jî cih girtin. HDP’ê deklarasyon çawa amade kirin, çima hewcehî bi vê dîtin vegot û daxwaz, nêrîn û pêşniyarên elewiyan girt. Nûnerên saziyên elewiyan ên beşdarî hevdîtinê bûn, naveroka hevdîtinê û deklarasyon nirxandin. 
 
‘EM HDP’EYEKE BI HÊZ DIXWAZIN’
 
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, diyar kir ku hevdîtin bi wate û baş bû û bi lêv kir ku di hevdîtinê de heviyên xwe û rexneyên têkildarî deklarasyonê ji HDP’ê re vegotine. Kaplan, da zanîn ku hêviyên elewiyan ji HDP’ê zêde ne û wiha got: “Dema di deklarasyonê de 11 xal hatin aşkere kirin û me elewî tê de nedîtin bi awayekî xwezayî me rexne kir. Wan jî rexne di cih de dîtin. Bi hêzbûna HDP’e ya di Meclîsê de tê wateya ku elewî jî di civakê de bi hêz bin. Ji ber ku ketina HDP’ê ya bi hêz a Meclîsê û deng wergirtina wê ya ji elewiyan, gotinên desthilatê dan guhertin. Êdî desthilat jî têkildarî elewiyan de gotinan dibêje. Ev jî xisûseke girîng e.”
 
Kaplan, destnîşan kir ku HDP di Tirkiyeyê de partiyeke diyarker e û wiha berdewam kir: “Derbarê deklerasyona HDP’ê de dersên ku CHP bigire hene. Gelek tiştên ku partiya desthilatdar jî ji vir bigire hene. Ligel ku evqas endamên HDP’ê di hundir de ne jî, hêj li Tirkiyeyê siyaseteke serkeftî dimeşîne, ez wê pîroz dikim.” 
 
‘ME DAXWAZÊN XWE RAGIHANDIN’
 
Kaplan, bi lêv kir ku daxwaza elewiyan a herî girîng “welatîbûna wekhev e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku li vî welatî aştiyeke navxweyî nebe, mafê îbadetê jî nabe. Îro berî ku li Sûriyeyê şer derkeve pirsgirêka îbadetê hebû? Herkesê bi awayekî azad îbadeta xwe dikir. Dema em niha lê dinerin gelên Sûriyeyê bi zarok û zêçên xwe ve xwe dispêrên welatên bê mizgeft. Ji ber vê yekê tişta ku elewî ewil dixwazin, pêkhatina aştî û aramiya welat a navxweyî ye. Saziyeke ku Serokatiya Karên Diyanetê dike heye li vî welatî, berê Serokatiya Serfermandariya Giştî hebû. Tevlî her qadên siyasetê dibû. Diyanet jî niha di wê rewşê de ye. Qasî ku Serokatiya Karên Diyanetê li vî welatî hebe, aştiya navxweyî nayê vî welatî. Me daxwazên xwe yên ku demildest ev sazî were rakirin jî ragihandin.”
 
HEVDÎTIN GIRÎNG BÛ
 
Yek ji rêveberên Navenda Giştî ya Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak jî diyar kir ku polîtîkayên partiyan ên pirsgirêkên elewiyan bînin ziman nînin û destnîşan kir ku hêviyên wan ji HDP’ê zêde ne. Karabûdak, da zanîn ku elewî HDP’ê weke partiya kesên ku cihekarî li wan tê kirin dibîne û anî ziman ku rexne û pêşniyarên ji gel hatin parvekirine. 
 
‘DESTHILAT ÊRIŞÎ HEMÛ BEŞAN DIKE’
 
Karabûdak, da zanîn ku desthilat bi hişmendiya Dehak bi awayekî zordarî êrişên xwe didomîne û wiha got: “Desthilat îro bi awayekî bêrehm êrişî hemû beşên civakê dike. Deklarasyona HDP’ê ji bo hemû beşên civakê bi wate ye. Elbet divê were berfirehtir kirin. Gotin wê bi hemû pêkhate û kesên ku cihekarî li wan tê kirin re xebatê berfireh bikin. Ev jî ji bo me bi nirx e. Ji duh ve ser hemû komkujiyên li elewiyan tên kirin, hatine girtin. Ji ber vê yekê pirsgirêka ewlehî û edaletê ya elewiyan heye.”
 
‘DIVÊ HERKES XWEDÎ LI DEKLARASYONÊ DERKEVE’
 
Karabûdak, bi lêv kir ku cihekirina elewiyan hêj jî berdewam dike û wiha berdewam kir: “Pirsgirêkên elewiyan ên polîtîkayên pişaftinê û dersên olî yên bi zorî hene. Elewî li cem partiyên ku samîmî bibîne dimîne. Em ji vê bawer in, HDP’ê vê yekê pêk bîne wê li cem wê bisekinin.”
 
Karabûdak, destnîşan kir ku li dijî pergala yek zilamî divê herkes li dora deklarasyona HDP’ê kom bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê muxalefet jî mirovên li kolanan jî li cem hev bisekinin. Divê herkes xwedî li deklarasyona HDP’ê derkeve.”
 
MA / Bêrîvan Altan