HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe

img
MÊRSÎN - HDP wê sibê li Mêrsînê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Mîthat Sancar mîtînga “Banga Demokrasiyê” li dar bixe. Parlementerên HDP’ê, gel vexwendin mîtîngê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê sibê li pêş Stada Tevfîk Sirri Gur a Kevin a Mêrsînê mîtînga “Banga Demokrasiyê” li dar bixe. Mîtînga ku wê saet di 13.00’an de dest pê bike ji bilî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlementer û nûnerên rêxistinên civakî wê beşdar bin. Ji bo mîtînga ku wê peyamên têkildarî qeyrana siyasî û aborî werin dayîn, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên HDP’ê, endamên Meclîsa Partiyê (PM) û parlementer tax bi tax, kolan bi kolan xebatan dimeşînin. Endamên HDP’ê îro jî li navenda bajêr ji sê milan ve serdana esnaf û welatiyan kirin. 
 
Koma ku parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş û Fatma Kûrtûlan di nav de di serî de esnafên Bazara Tiştên Kevin û Balikçilar serdana esnafên herêmê kirin. Ozguneş, di serdanê de bal kişand ser qeyrana aborî, qetilkirina jinan, polîtîkayên şer, xizanî û bêkariyê û esnaf û welatî vexwendin mîtîngê. 
 
‘EM LI BENDA GELÊ XWE NE’
 
Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Ridvan Tûran û Velî Saçilik û kesên bi wan re jî li Cadeya Hastane ya navçeya Akdenîzê belavok belav kirin. Saçilik ê bang li gel kir, wiha axivî: “Ji bo ku em nelirêtî û xizaniyê re bêjin bes em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga xwe ku em sibê li dar dixin.”
 
Koma ku parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan jî di nav de serdana esnaf û gelê li Cadeya Hastane û herêma Îstasyonê kir.