Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan

img
ÎZMÎR - Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê di civîna li Îzmîrê hat lidarxistin de hatin gelhev. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Herêma Egeyê li Îzmîrê civiyan. Endamên Meclîsa HDP’ê jî tevlî civîna di serokatiya Hevberdevkên Rêxistinkirina Navendî yên HDP’ê Ozlem Gunduz û Mahfûz Guleryuz de hat lidarxistin bûn. Di civînê de qeyrana aborîyê ya herî mezin a di Tirkiyeyê de, nîqaşên hilbijartinên pêşwext û têkoşînên li dijî talankirina xwezayê li herêmê tên dayîn û her wiha kongreyên bajaran dê werin nîqaşkirin. 
 
Li aliyê din, wê palanên amadekiriyê yên têkildarî danişîna ewil a doza Onur Gencer ê di êrişa ser Rêxistina HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetilkir ku di 29’ê Kanûnê de were dîtin bên birêvebirin.