ÎZMÎR - Pirsgirêka kurd ku li Tirkiyeyê heya niha 8 serokwezîr û 13 hikûmet di nav rûpelên dîrokê de binax kirine, îqtidara 20 salan a AKP'ê jî mehkûmî krîzeke aborî û siyasî kir. Serokê Wefqa Aştiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku heya mesele çareser nebe asayîbûna Tirkiyeyê ne pêkan e.
Li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyînê pirsgirêka kurd e. Heya niha îqtidar û hikûmetên ku ji bo vê meseleyê serî li polîtîkayên ewlehiyê dan hemû jî di nava krîzên aborî û siyasî de aliqî man û çûn. Li Tirkiyeyê ji sala 1984'an, ji roja ku PKK bi awayekî çalak daketiyê qadê, heya niha neçareserkirina meseleya kurdî 8 serokwezîr û 13 hikûmet noq kirin. Tê diyarkirin ku dê neçareserkirina vê meseleyê îqtidara 20 salan a AKP'ê jî di nava rûpelên dîrokê de binax bike.
Serokê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, li pirsgirêka kurd û helwesta hikûmetan a ji bo neçareserkirina vê meseleyê nirxand.
KURD HÊMANA SEREKE NE
Tahmaz, anî ziman ku heya dema îqtidara AKP'ê feraseteke ku hebûna kurdan înkar dikir hebû, lê belê AKP jî ji ber ku hewl da daxilî nav Yekîtiya Ewropayê (YE) bibe pirsgirêka kurd bi kar aniye. Tahmaz got: "Guherînên qanûnî yên wê demê hatin kirin, ne ji bo demokratîkbûyînê bûn, ji bo bendewariyên xwe yên ji YE'yê veguherînin ranetek siyasî wisa kirin. Wê demê hêzên hegemonîk, artêş, komarparêz û netewperestên Tirkiyeyê di warê çareserkirina meseleyê de roleke negatîf lîstin. Di vir de fatûreya herî giran di meseleya kurdî de hat dayîn. AKP, ji bo rejîma yek zilamî ava bike tevgeriya. Lê belê ev pêvajo ji bo di her warî de ev pirsgirêk bê fêmkirin, encamine erênî dan der. Îro ro dînamîka siyasî ya kurd, an jî partiyên kurdan û hilbijêrên kurd di warê pêşeroja Tirkiyeyê de bûna hêmana sereke."
POLÎTÎKAYA EWLEHIYÊ
Tahmaz, destnîşan kir ku pêşeroja Tirkiyeyê girêdayî helwesta îqtidar û bloga muxalefetê ya li hemberî HDP'ê ye. Tahmaz, pêvajoya piştî xerakirina pêvajoya çareseriyê rû de wekî rizandina civakê pênase kir û got: "Mirov hem di warê îqtidarê de hem jî di warê muxalefetê de bêhêvî ne. Bi taybetî jî di warê krîza aborî de mirov nizanin dê sibê çawa şiyar bibin û siyaseteke berberîbûnê xwe li tevahiya civakê lefandiye. Li Tirkiyeyê tevahiya îqtidaran ji ber neçareserkirina meseleya kurdî têk şikiyan."
REWŞA MUXALEFETÊ
Tahmaz ku got "partiyên siyasî yên pêşerojê wehd dikin, radestî cihêkariyeke siyasî bûne" bilêv kir ku ji ber ku îqtidar HDP'ê krîmînalîze dike muxalefet jî naxwaze kes wê li cem HDP'ê bibîne. Tahmaz, destnîşan kir ku hêmana diyarker a siyaseta Tirkiyeyê siyaseta ewlehiyê ye û got: "Siyaseta ewlehiyê kiriye ku di çarçoveya ewlehiyê de li tevahiya meseleyên civakê bê mêzekirin. Dibêjin 'gef hene' û bi vî awayî civakê dîzayn dikin. Lê li aliyê din jî serokê CHP'ê têkildarî meseleya kurdî de gotinine ku îqtidarê diqilqilîne dibêje. A rast xwe da rez pozîsyoneke ku civakê ber bi vê meseleyê ve bikişîne. Her wiha ji bo bertekên hatin dayîn jî belawela bike got 'Em ê Qendîlê xera bikin.' Ev jî nîşan dide ku di warê meseleya kurdî de, cudahiya di navbera nêrîna wê û ya dewletê de pir ne dûrî hev in."
‘DEMOKRASÎ BÊ KURDAN NE PÊKAN E'
Tahmaz, destnîşan kir ku ger Tirkiye tevgera siyasî ya kurd daxilî nav pêvajoyê neke dê tu şensekî wê yê ku karibe bêhnê bistîne tune be û got: "Ev êdî tenê ne meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Meseleya Sûriyeyê hat asteke ku Tirkiyeyê ditengijîne. Li Sûriyeyê ji xeynî Tirkiyeyê hemû aktor ber bi asayîbûnê ve diçin. Tirkiyeya ku got 'Ez ê destûrê nedim tu destkeftiyeke kurdan' di vî warî d ebi tenê ma. Dê heya ku derê karibe li ber xw ebide? Îqtidarek dê nikaribe heta dawiyê vê siyasetê bidomîne."
Tahmaz, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî divê hemû aktor daxilî nav pêvajoyê bên kirin û got: "Ne pêkan e ku Abdullah Ocalan û Qendîl derî vê bên hiştin. Ji xeynî HDP'ê pêşengên siyasî û dînî hene. Divê ev hemû bibin perçeyek çareseriyê. Giraniya meseley li gor hêza civakê dirûv digire. Mesela gava li Tirkiyeyê têkildarî çareseriyê geşedanek rû dide, îqtidar hevdîtinên bi Îmraliyê re asayî dikin. Kengî şer û tahde dest pê bikin, wê çaxê Îmralî tê tecrîdkirin. Pêşî divê ev bêhiqûqîtî bê sererastkirin. Paşê em ê karibin têkildarî çareseriyê biaxivin. CHP dibêje ez ji parlementoyê bidim destpêkirin. Ji bo tu çeka kesên çekdar jid est derxî divê tu pê re biaxivî. Hûn nikarin tu aktorekî xizmeta aştiyê dike derî vê bihêlin. Ev dê bi kêfiyetê çênebe. Ez ê îro hevdîtinê bikim, sibê nakim... Wis anabe. heya mesele çareser nebe asayîbûna Tirkiyeyê ne pêkan e. Ji lew re dê tim wekî astengiyekê xwe li nigên we bilefîne."
MA / Tolga Guney