ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku Wezareta Dadê bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê re bûye “Wezareta bêedaletiyê” û wiha got: “Em ji AKP-MHP’ê sepaneke taybet daxwaz nakin. Weke malbatê em dixwazin ku mafên xwe yên zagonî bi kar bînin. Deriyên Îmraliyê vekin.”
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 20’an de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz û Ridvan Turan tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin. Daxuyanî li pêşiya Meclisê hate dayîn.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan got ku Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û bertek nîşanî gotina rayedarên îktîdarê ya “Tirkiye dewleteke hiqûqê ye” da. Ocalan, da zanîn ku weke malbata Ocalan ev 21 meh in tu agahiyan jê nagirin û wiha domand: “Herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de li Edliyeya Rihayê hevdîtineke kin a li ser telefonê hate kirin. Lê ev 3 sal in tu hevdîtinên rûbirû nehatine kirin. Heke hiqûq û qanûn hebin, heke dewleta hiqûqê be wê dema çima ev qanûn ji bo birêz Ocalan nakevin meriyetê. Îktîdara faşîst, ji sala 2015’an heta niha hemû qanûnên xwe ji bo kurdan, birêz Ocalan û siyaseta demokratîk ji holê rakirine.”
TECRÎD KRÎZÊN HEYÎ GIRANTIR DIKE
Bi domdarî Ocalan anî ziman ku bi girankirina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê re di her qadê de krîzên heyî girantir bûne û wiha pê de çû: “Ji aboriyê heta siyasetê, di her qadên jiyanê de krîzeke kûr heye. Mirov hewl didin di nava şer û binpêkirinên mafên mirovan de xwe li ser pêyan bigirin. Tekane plan û soza AKP-MHP’ê ev e. Bi êrişên li dijî civakê re hewl didin siyasetê bikin. Em bi vekirî dibêjin ku pirsgirêka kurd, pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên Tirkiyeyê dikare bi rê û rêbazên demokratîk û guftûgoyê bên çareserkirin. Lê belê AKP’ê xwe xelet kir û daye ser rêyeke şaş. Divê gelê me di ferqa vê de be. Em ê hesaba êrişên li dijî gelê me û zextên li ser girtiyan bipirsin. Li vî welatî qanûn nînin û hiqûq tê binpêkirin. Qadroyên AKP-MHP’ê li her qadê zilmê li gel dikin û vê li civaka Tirkiyeyê dikin.”
‘BÊQANÛNTÎ JI VÊ DERÊ DEST PÊ DIKE’
Di berdewamê de Ocalan bi lêv kir ku tenê Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her qadê de tecrîd heye. Em jî niha tên tecrîdkirin. Em hatine dorpêçkirin, her çar aliyên me hatine girtin. Ev qanûn li vê avahiyê tên çêkirin. Bêqanûntiya herî mezin li vê derê dest pê dike, zilm li vê derê dest pê dike. Berpirsyarê tecrîdê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag e. Wezareta Dadê ne ji bo edaletê ye, tu eleqeya wê bi edaletê nîne. Ev wezaret, bûye wezareta bêedaletiyê. Bekir Bozdag jî bûye wezîrê bêedaletiyê. Gelo ev sepan li kîjan welatî heye? Li her derê êrişî vîna gel dikin. AKP siyaseta şer dimeşîne. Li hêlekê êrişî Rojava dike, li rexekê şerê li başûrê Kurdistanê kûrtir dike û li hêla din jî bi êrişên li dijî HDP’ê hewl dide siyaseta demokratîk tesfiye bike.”
‘EM NABÊJIN BILA AKP-MHP’Ê BO ME CIHÊWAZIYÊ BIKIN’
Ocalan, got ku mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re di qanûnan de heye û wiha bi dawî kir: “Ev maf, mafê her girtiyekî ye. Em nabêjin bila AKP-MHP bo me cihêwaziyê bikin. Em sepaneke taybet naxwazin. Dibêjin ku li gorî hiqûq û qanûnan tevbigerin. Heke di makeqanûnê de hebe, divê ji bo birêz Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim jî bikeve meriyetê. Em pergala tecrîdê qebûl nakin û dê dawî li faşîzmê bînin. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de yek kesî jiyana xwe ji dest neda. Di nava van 3 salan de aramî hebû. Çima ji guftûgoya bi birêz Ocalan re ditirsin? Guftûgo tê wateya jiyanê, pêşketina siyaseta demokratîk. AKP’ê û serokê wê di şevekê de gotin ku qebûl nakin û hevdîtinên Dolmabahçeyê tune hesibandin. Berpirsyarên krîz û mirinên ji sala 2015’an heta niha faşîzma AKP-MHP’ê ye. AKP’ê mercên çareseriya demokratîk ji holê rakirin. Deriyên Îmraliyê vekin û em dixwazin mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Ev rewş pirsgirêkeke siyasî û hiqûqî ye. Divê parêzer bikarin hevdîtinê bikin. Dê têkoşîna me ji bo mafên me bidome.”