HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin

img
 
 
ENQERE – Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bal kişand ser guherandina pergala heyî û got: "Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin têkildarî tûra 2'yan a hilbijartina serokkomariyê daxuyanî dan. Akin di daxuyaniyê de axivî. 
 
Akin destnîşan kir ku li hemberî zextên rejîma yekzilamî, bi pêvajoyeke hilbijartinê ya ne wekhev û adil re rû bi rû mane. Akin anî ziman ku Serokkomarê AKP'î Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anîne û bal kişand ser manîpulasyonên hatine kirin û got: "Ev jî bi awayekî eşkere nîşan dan ku ev hilbijartin bi awayekî adil nehatine kirin." 
 
Akin di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku wan ji roja roj de gotiye di vê hilbijartinê de ya sereke guherandina rejîmê ye û wan ev yek parastiye. Akin got: "Me bi vê stratejiya xwe û têkoşîna xwe ya di vî warî de, di tûra ewil de Erdogan sekinandin. Me di tûra 2'yan d ejî heman stratejî domand û me ev bi armanca guherandina rejîmê domand. Daneyên sindoqan jî nîaşn didin ku hilbijêrên me bi awayekî birbiyar xwedî li polîtîka û armancên partiya me derketine û di vî warî de vîna xwe bi awayekî xurt daye der. Li 16 bajarên ku herî zêde kurd lê dijîn, tercîha rayavêtinê ya ji bo Kemal Kiliçdaroglû, wekî 14'ê Gulanê dewam kiriye. Gelê me tevî hemû zext û çewisandinan jî paş d egav neavêtiye." 
 
Akin malavayiya gelê kurd û hilbijêrên xwe kir, ji ber ku di guherîn û demokrasiyê de israr kirine. 
 
Akin di dawiya axaftina xwe de got: "Em li vir in. Em ê hem li meclisê hem jî li hemû qadên jiyanê, ji bo guherînê, pêşengiya têkoşîna demokratîk bidomînin. Em ê siyaseta demokratîk bidomînin û mezin bikin. Em ê dest ji vê rêyê bernedin. Em ê tevî civakê bitêkoşin û em ê bi hev re bi ser bikevin."