Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin

img
 
 
ENQERE – Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP'ê ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û diyarkirina nexşerêya serdema nû dê sibê li hev kom bibin. 
 
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Snacar, Hevberdvekên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Hevserokên Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û diyarkirina nexşerêya serdema nû, dê sibê li Navenda Giştî ya HDP'ê li hev kom bibin.
 
Civîn dê sibê saet di 10.00'an de dest pê bike. Piştî civînê dê daxuyanî bê dayîn.