HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin

img

ENQERE - HDP û Partiya Çepên Kesk ku dê di serdema nû de hem pêvajoya hilbijartinê binirxînin hem jî xwe rexne bikin, kongreya mezin jî di nav de dê hemû astên pêvajoyê bi gel re bi rê ve bibe. 

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nexşerêya serdema nû diyarkirin. Di dawiya nîqaşn de, pêvajoya ji bo serdema nû hat destpêkirin. Dê hem pêvajoya hilbijartinê bê nirxandin hem jî stratejiya bingehîn a heyama nû bê diyarkirin. Hemû astên vê pêvajoyê bi gel re bê birêvebirin. 
 
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên partiyê hatine wergirtin, dê di pêvajoya nû de rojeva sereke hilbijartinên 14'ê Gulanê û encamên wan û bê nîqaşkirin û nîqaş dê ji herêmê ber bi navendê ve bên kirin. Di vê pêvajoyê de, dê hemû tespît û rexne esas bên girtin û liv û tevger li gor vê be. Ji bo pêngaveke nû û ji bo rêxistinkirina zimanekî nû û feraseteke nû dê xebatine berfireh bên kirin. 
 
Di heyama nû de dê pêvajoya "rexne-xwerexnekirinê" bi awayekî berfireh esas bê girtin û ev yek bi awayekî zelal dê bi gel re bê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de dê ewilî Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveber a Navendî hin civînan çêbikin û wê li bajaran, navçeyan û herêmê civînên bi beşdariyeke qelebalix bên çêkirin. Her wiha dê ji bo birêvebirina pêvajoyê Lijneya Koordînasyonê bê avakirin û wê şande biçin hemû herêman. 
 
Piştî civînên nirxandina hilbijartinê, dê biryarên dawî bi gel, sazî û dînamîkên xwecihî bên girtin. Piştî van pêvajoyan jî dê amadekariyên ji bo hilbijartinê dest pê bikin.