‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li serokên partiyan geriya û jê re got; “Mêvanên me yên di lîsteyên me de ketin Meclisê dikarin li partiyên xwe vegerin.” Li hêla din Ugur Poyraz ê Partiya Îyî jî got ku Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bûye. 
 
Daxuyaniya ewil a têkildarî aqûbeta Mileta Tifaqa ji hêla Partiya Îyî ve hate dayîn. Sekreterê Giştî yê Partiya Îyiyê Ugur Poyraz tev li bernameyeke televîzyonê bû û têkildarî Tifaqa Milet ev nirxandin kir: “Hemû tifaq, tifaqên hilbijartinê ne. Dema hilbijartin xelas bûn jî tifaq ji holê radibin. Anku hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê bi dawî bûn û tifaqa temam bû. Partiyên di nava tifaqê de ji bo namzetê me yê serokkomariyê birêz Kemal Kiliçdaroglû têkoşiyan. Ev tifaq êdî ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû.” 
 
Cîgirê Seroka Giştî yê Partiya Îyiyê Bahadir Erdem jî têkildarî mijarê bi Gazete Duvarê re axivî û got ku Tifaqa Milet, tifaqeke hilbijartinê bû û piştî hilbijartinê jî bi dawî bû. 
 
KILIÇDAROGLÛ: HÛN DIKARIN VEGERIN PARTIYA XWE 
 
Li gorî nûçeya T24'ê; Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li ser telefonê li serokên partiyên DEVA, Pêşeroj, Saadet û Demokrat Partiyê geriya û jê re got: “Mêvanên me yên di lîsteyên me de ketin meclisê dikarin li partiyên xwe vegerin.” 
 
OZDAG: ME DAXWAZNAMEYA XWE YA ÎSTÎFAYÊ DA 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Selçûk Ozdag ku ji lîsteyên CHP’ê li Mûglayê hate hilbijartin jî wiha got: “Me 10 hevalan daxwaznameyên xwe yên îstîfayê dan CHP’ê. Me dan TBMM’ê jî. Em ê di torena sondxwarinê de bi partiya xwe sond bixwin.”