Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan

img
ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina hilbijartinê û dabeşkirina peywiran civiyan. 
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina serdema nû, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiyan. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî dê tev li civînê bibin û nirxandinan bikin. Dê di civînê de nexşerêya serdema pêş were nîqaşkirin û Rêveberiya Koma Meclisê ya Partiya Çepên Kesk were diyarkirin. 
 
Her wiha ji ber ku parlamentera herî ciwan a Meclisê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş e, dê di torena sondxwarinê ya sibe di Dîwana Serokatiya Meclisê ya Demkî de cih bigire.