Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike

img
ENQERE - Li Meclisê vê hefteyê dê pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê dest pê bike. 
 
Meclisa Tirkiyeyê bi sondxwarina parlamenteran ên Heyama 28’emîn dest bi xebatên xwe yên qanûnçêkirinê kir. Desteya Giştî ya Meclisê wê di 7’ê hezîranê de bicive. Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz û 17 wezîr dê li Desteya Giştî ya Meclisê sond bixwin. 
 
Her wiha vê hefteyê wê pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê jî dest pê bike. Namzetên ji bo Serokatiya Meclisê dê heta 6’ê hezîranê saet dozdehê şevê ji bo Dîwana Serokatiya Demkî ya Meclisê bê ragihandin. 7’ê hezîranê ji bo 30’yemîn Serokatiya Meclisê hilbijartin bê kirin. 
 
HERÎ ZÊDE ÇAR TÛR 
 
Dengdayîn dê veşartî bê kirin. Di her du tûrên ewil de wê li 400 dengan û di tura sêyemîn de jî dê 301 deng hewce bin. Di tûra sêyemîn de jî serok neyê bijartin wê di  tûra çaremîn de di navbera her du namzetên zêde deng wergirtine de bê kirin. Di tûra çaremîn de herî zêde kî werbigire dê ew ji bo serokatiyê were bijartin. 
 
Heta niha Partiya Çepên Kesk namzeta xwe ragihandiye û Parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogûllari Orûç wek namzet hatiye nîşandan.