Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari

img
ENQERE  - Partiya Çepên Kesk ji bo Serokatiya Meclisê, Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari weke namzet nîşan da. Serlêdana Hatîmogûllari pêşkeşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê hate kirin. 
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî û Gulistan Kiliç Koçyîgît, serlêdana Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ya ji bo namzetiya Serokatiya Meclisê, pêşkeşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê kir. Tîryakî piştî serlêdanê axivî û wiha got: “Mixabin li meclisê ji bo Serokatiya Meclisê jî mutebeqetek tune ye.” 
 
Tîryakî, anî ziman ku tu tifaqan di mijara namzetiyê de bi partiyên din ên siyasî re hewcehî bi hevdîtinan nedîtiye û wiha domand: “Bêguman dibe ku tevahiya partiyên siyasî li hev nekin lê heke di roja vekirina meclisê de jî hewldaneke wiha tune be, ev yek dike ku ji bo pêşerojê em bihêvî jî nebin. Ji bo ku namzeta me dengekî herî zêde wergire em ê ji sibe ve dest bi xebatan bikin.”