Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe

ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Tûran bal kişand ser polîtîkaya şer, kur û faîzê û wiha got: “Heta ku çavkaniyên ji bo şer tên veqetandin neyên qutkirin, mimkin nîne ku Supermen bikarin aboriya Tirkiyeyê ji vê krîzê xelas bikin.” 

 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar Ridvan Tûran têkildarî bilindbûna dolar û geşedanên dawî yên di aboriyê de li navenda giştî daxuyaniyê da. Tûran, diyar kir ku bi ser hilbijartinan re demek jî derbas bû lê Tirkiye ketiye nava pencên krîzeke mezin a îktîsadî û wiha got: “Kura îro derketî ser ji sedî 5’ê nîşanî me dide ku di esasê xwe de tiştên îktîdar ji destpêkê ve hinek tiştan vedişêre û weke ku nebin nîşan dide. Her wiha nîşanî me da ku îdiayên populîst piştî hilbijartinê yek bi yek derketin holê.” 
 
‘ERDOGAN ABORÎ MEHKÛMÎ KURÊ KIR’ 
 
Tûran, destnîşan kir ku îktîdarê heta demekî dirêj hemû dovîzê di destê xwe de tune kir û hewl da zextê li kurê bike. Tûran, wiha domand: “Lê ev hewldan hêdî hêdî bi dawî dibin. Kur, pir zêde radibe. Me beriya hilbijartinê jî gotibû ku dê rewşa aboriyê hêj xerabtir bibe ku îktîdar weke şertekî domandina xwe nîşan dida. Me gotibû ku dê newekheviya belavkirina dahatê pir zêde bibe û hemû pêşdîtinên me pêk hatin. Û ev yek hêj mehek derbas nebûyî pêk hat. Krîza aborî ya li Tirkiyeyê veguheriye têkçûnekê. Îktîdar niha jî ket pey hewldanên peydakirina Supermenan. Dibêje qey heke Mehmet Şîmşek anî ser serê aboriyê dê pirsgirêkên avadaniyê yên bingehîn ên Tirkiyeyê dê çareser bibin û aborî bikeve rêgeha xwe. Mejiyê Erdogan ê ku di polîtîkayên deraqilî û darayî de israr dikir, Tirkiye mehkûmî faîzê kêm, TL yê kêm û kura bilind kir. Em tevek niha dibînin bê ka krîza dahata jiyanê niha bandoreke çiqas giran li kedkar û xizanan dike. Weke ku berpirsyarên krîzê ne ew bin, ji derve kesekî tayînî ser serê aboriyê. Dibêje qey dê bi vê yekê re hevsengiyên îktîsadî yên welêt dê bikevin rêgeha xwe. Beriya her tiştekî ez vê bibêjim; aboriya Tirkiyeyê aboriyeke wisa ye ku bi Supermenan sererast nabe. Tenê bi polîtîkayên aboriyê yên alternatîf û bi polîtîkayeke hilberîn û parvekirinê dikare xwe komî ser hev bike. Di navbera salên 2002-2007’an de jî AKP’ê ji derve kredî digirt û digot qey aborî komî ser hev kiriye lê piştre bi fiyaskoyê biencam bûbû. Niha jî hewl didin ji derve veberdêran bînin û hilberîn esas nayê girtin. Ev nêzîkatî jî dê nebe çareserî. Anku krediya di qada navneteweyî de digere, dê bi awayên cuda bînin Tirkiyeyê. Lê ev kes dê teqez pirsgirêka Tirkiyeyê çareser neke. Berevajî vê, dê zexta li ser kurê her ku diçe kêmtir bibe û ev yek jî dê bi xwe re bilindbûna kurê bîne û krîza maliyeta jiyanê kûrtir bike. Bi kurtasî; dema ji hêla sektorên hilberîner ve em li mijarê dinihêrin, dê bihayê berheman bihatir bike. Heta dema em li gorî daneyên TUÎK’ê yên rastiyê venabêjin jî dinihêrin; tê gotin ku enflasyona xurekan bi ser ji sedî 50’ê re ye. Lê di rastiyê de pir zêdetir e.” 
 
TEXRÎBATA 21 SALAN
 
Tûran, bal kişand ser polîtîkayên 21 sal in tên domandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ma dê di bernameya aboriyê ya nû de çi hebe ku fiyetên xurekan daxîne? Dê nekarin texrîbata di nava 21 salan di çandiniyê de çêkirin di nava 2 rojan de çareser bikin. Li hêla din em nizanin bê ka wezîrê çandiniyê yê nû dê ji bo daxistina enflasyona xurekan çi tevdîran bigire. Bi taybet jî hilberîn her ku diçe kêm dibe û wezareta çandiniyê her ku diçe vediguhere wezareta îthalatê. Van sedeman jî çandinî anî ber tunebûnê. Me bandora siyaseta neo lîberal a li ser çandiniyê jiya û dijîn. Gelo ji bo daxistina enflasyona xurekan tevdîrên we çi ne?”
 
‘PEREYÊ JI DERVE TÊ ANÎN DÊ XIZANTIYÊ ZÊDETIR BIKE’ 
 
Bi domdarî Tûran destnîşan kir ku li gorî texmîna wî ji bilî ku pereyî ji derve bînin Tirkiyeyê, tu çareseriyên din ên îktîdarê nînin. Tûran, got ku ev polîtîka dê bike ku Tirkiye hêj bêhtir deyndar bibe, gel bêhtir xizan bibe, bêedaletiya di parvekirina dahatê de zêdetir bibe. 
 
‘EM JI EWIL DIXWAZIN ENFLASYON WERE DAXISTIN’ 
 
Di berdewamê de Tûran bal kişand ser pêşniyarên çareseriyê û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ji ewil dev ji piştgiriyên mezin ên bo sermayeyê û transferkirina serwetê ya ji bo sermayeyê berdin. Bi taybet jî ji bo rewşa dahatê ya xizan, karker û kedkaran baştir bibe, divê ji ewil li dijî enflasyonê tevdîrên xurt werin girtin. Ev yek jî di aboriyan de bi demokrasiyê pêkane. Ev yek bi plankirina hilberînê bi awayekî demokratîk pêkan e. Bi taybet jî başkirina rewşa welatiyên li gundan dijîn pêkan e. Bi rêxistinbûna karkeran a li sendîkayan, rakirina astengiyên li pêşiya wan pêkane. Heta ku Tirkiye xwedî perspektîfeke aboriyê ya dahatê bi awayekî adilane parve dike, dê Supermen nekarin aboriya Tirkiyeyê ji krîzê xelas bikin. Weke HDP’ê em baş dizanin bê ka divê çi çawa were kirin. Divê çavkaniyên ji bo şer, sermaye, ÎHA, SÎHA û hwd. tê veqetandin, ji bo xizanan were veqetandin. Bi vê yekê re dê aborî baştir bibe û hemwelatî aramtir û bihizûrtir bijîn. Ev roj, pir dijwar derbas dibin. Lê em xwedî wê îrade û motîvasyonê ku hemû rewşên neyînî veguherînin rewşên erênî. Em ê ji vir û şûnde jî pêşniyarên xwe yên ji bo aboriyê bi raya giştî re parve bikin. Weke HDP û Partiya Çepên Kesk em ê aboriyeke adilanetir bi hev re ava bikin.”