ENQERE - Parlamentera HEDEP’î Dîlan Kunt Ayan di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Ji ber tecrîdê welêt ketiye nava krîza civakî, siyasî û hiqûqî. Girankirina tecrîdê rê li ber tunekirina maf û azadiyan vedike.”
Hevdîtinên “Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” a li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê didomin. Îro jî hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê hebûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Êdî metafora xelk li ber findê li edaletê digere veguheriye li ber ampûlê li edaletê digere.”
Kunt, diyar kir ku heke kesek AKP’î be ji bo wî/wê edalet heye lê AKP’î nebe jê re “maf û hiqûqa te me eleqedar nake” tê gotin. Kunt, wiha domand: “Li vî welatî edalet tune ye. Li her qada jiyanê nebaweriya bi edaletê heye. Hema hema her roj em bi darbeyên darazê yên nû hişyar dibin. Rizîbûna heyî ewqas mezin bûye ku têkiliyên qirêjî yên endamên darazê bi çete û mafyayan derdikevin holê. Li Edliyeya Stenbolê ku yek ji mezintirîn bajarên cîhanê ye, bi destê dadger û dozgeran sûcên nelirêtî û gendeliyê tê kirin.”
ŞIBAND ‘GIRTÎGEHA VEKIRÎ’
Di berdewamê de Kunt Tirkiye şiband “girtîgeheke servekirî” û wiha pê de çû: “Li gelek girtîgehan binpêkirin hene. Îktîdar, bi hêrseke ku di dîktatoriyên faşîst de jî nayê dîtin êrişî muxalîf, çepgir, jin, rojnameger, rewşenbîr, xwendekar û kurdan dike. Bêguman sedema vê tirs e. Li dijî kesên ji ber saîkên siyasî hatine girtin jî binpêkirinên giran ên mafan, lêgerînên tazî, şewitandina înfazan û mirinên biguman di meriyetê de ne. Di hiqûqa modern de navê vê îşkence ye, derhiqûqtî û hiqûqa cezayê ya dijminatiyê ye. Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê veguherîne ‘dadgehên duyemîn’ û girtiyên siyasî nayên berdan. Înfazên girtiyan bi hincetên weke ‘Av bi teserûf bi kar ne anî, kêm pirtûk xwendine, tev li çalakiyên manewî nebûye û hwd..’ Gelo li kîjan welatî, di kîjan hiqûqê de tiştekî wiha heye?”
ÇAVKANIYA WÊ POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ YE
Kunt, da zanîn ku “rejîma înfazê ya taybet” çavkaniya xwe ji sepanên Girtîgeha Îmraliyê digire û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê htaiye girankirin, tecrîdeke taybet e û mînakên wê pir kêm hene. Ev tecrîd, tenê rejîmeke înfazê nîne. Veguheriye şêweyê rêveberiyê. Her binpêkirina li vê derê bi demê re belav dibe. Ji ewil li girtîgehan û piştre jî li tevahiya civakê tê belavkirin. Di bingeha hemû krîzên civakî, siyasî û aborî yên niha de polîtîkaya tecrîdê heye. Têkildarî biryarên dadgehan ên têkildarî birêz Ocalan de sererastkirinek nîne. Heta serlêdanên parêzer, malbat û me parlamenteran bêbersiv tên hiştin. Mafên agahîgirtinê tên binpêkirin. Ev tecrîd, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd heta krîz aborî bandorê li gelek qadan dike. Girankirina tecrîda li Îmraliyê, rê li ber tunekirina maf û azadiyên li Tirkiyeyê dike. Mercên îro welêt tê de dijî eleqeya xwe bi tecrîda li Îmraliyê re heye. Li rexekî ji Îmraliyê agahî nayên girtin, li hêla din jî welêt di nava krîza civakî, siyasî, hiqûqî û aborî de dijî.”