Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran bi gel re hatin bahev. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, îro li gelek bajaran bi gel re hate bahev û buroyên hilbijartinê vekir.
 
WAN
 
Îro li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê, buroyên hilbijartinê bi awayeke girseyî hatin vekirin. Berî ku buroya Qelqeliyê were vekirin, bi konvoya wesayîtan di nava navçeyê de tur hatin avêtin. Di dema derbasbûna konvoyê de gelek welatiyan nîşaneyên serkeftinê kirin, li çepikan xistin û dirûşm berz kirin. Piştî tura nava navçeyê, girse derbasî buroya hilbijartinê bû. Welatiyan heta demekî dirêj li pêşiya buroyê govend gerandin. 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di vekirina buroyê de axivî. Zeydan, destnîşan kir ku ew di pêvejoyeke zehmet re derbas dibin û diyar kir ku kurd li dijî zehmetiyan bi têkoşîneke mezin li ber xwe dan. Zeydan, da zanîn ku ew ê hemû navçeyên Wanê bi dest bixin û wiha got: "Em ê qeyûman bişînin malên wan. Em ê şaredariyan jinûve bikin şaredariyên gel. Em ê bi hev re bixebitin, em ê hemû pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin.” 
 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî bertek nîşanî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û anî ziman ku tecrîd pirsgirêka her kesekî ye. 
 
Namzetên Şaredariyê yên Qelqeliyê Sakîne Kutpinar û Ecevît Ceylanci jî der barê projeyên xwe de axivîn û ji bo hilbijartinên herêmî ji gel piştgirî xwestin. Piştî axaftinan buro hate vekirin. 
 
Piştî vekirina buroyê girse wek konvoy ji Qelqeliyê derbasî navçeya Seravê bû. Li Seravê jî girse bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Welatiyên cil û bergên herêmî li xwe kiribûn, beriya axaftinan demeke dirêj li pêşiya buroyê govend gerandin. Namzetên hevşaredariyê yên Seravê Fîlîz Ozturk û Davût Acar axivîn. Namzetan di axaftinên xwe de dan zanîn ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê dilxwaz in. 
 
STENBOL 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê (ÎBB) Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana esnafên ser Cadeya Îstîklalê kirin. Gelek endamên partiyê tev li namzetên hevşaredariyê bûn. Namzet pirsgirêk û pêşniyarên esnafan guhdar kirin û bal kişandin ser namzetên din. Esnaf û welatiyên ser cadeyê, ji namzetan re serkeftin xwestin. Namzet bi esnafan re rûniştin, çay vexwarin û têkildarî hilbijartinê sihbet kirin. Piştre girse çû serdana Dibistina Muzîkê ya Egîdê Cimo.  
 
BEDLÎS
 
Namzetên Hevşaredariya Tetwanê yên DEM Partiyê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumin Erol li Weqfa Avayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Gelek endamên partiyê û welaatî tev li pêşwazîkirinê bûn. Welatiyên ji avahiyê rêxistina DEM Partiya Tetwanê wek konvoy ketine rê, li vê derê hevserok bi dahol û zirne û kulîlkan pêşwazî kirin. Girseya li vê derê kom bûyî, demekê govend gerand û wek konvoy vegeriya avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê. 
 
 
Piştî pêşwazîkirina li navçeyê, ji namzetan Belkiza Beştaş Epozdemîr axivî û got ku ew ê şaredariyê bi piştgiriya gel bi dest bixin. Epozdemîr, wiha domand: "Em ê vê Tetwana rengîn û şêrîn, bikin bajarê jinê. Em her du hevşaredar dê şaredariyê bidin gelê xwe.”  
 
Namzetê hevşaredariyê Mumîn Erok di hevdîtinê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em feraseta alternatîf a birêvebirinê ya gel dibînin. Rastiyek e ku her kes ji rêveberiya desthilatdar û zextê dimeşîne aciz bûye. Êdî mirov hatine asta bêzarbûnê. Em ê xeletiyên wan bînin bîrê û feraseta xwe ya hêvî dide, demokratîk, her kesekê tev li dike ji her kesekê re vebêjin.”
 
AMED 
 
Li navçeya Pîranê ya Amedê buroya hilbijartinê hate vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn û Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî tev li bûn. Di ketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan tur hate avêtin û piştre jî girse derbasî buroya hilbijartinê bû. Xelkê navçeyê li pêşiya buroya hilbijartinê namzetên hevşaredariyê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn beriya vekirina buroyê axivî û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd ne gelekî ku terkî qedera xwe hatiye kirin e. Ev 8 sal in îradeya me hatiye xespkirn. Em ji bo hesabê bipirsin û tiştên hatine dizîn li xwe vegerînin tên. Kirdeya partiya me gel e. Em dixwazin hemû çand bi hev re bijîn.” 
 
Piştre jî Namzetên Hevşaredariyê yên Pîranê Haci Akengîn û Aysel Baran axivîn û gotin ku destkeftiyên gel hatine xespkirin û dê şaredariya xwe ji destê qeyûman rizgar bistînin. Herî dawî jî Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun axivî û ev tişt anî ziman: “Pîran di navbera du bendavan de ye lê ava wê ya vexwarinê tune ye. Mafê avê yê her kesî heye. Pîran çima bêav e? Armanca wan ne ew e ku xizmetê ji gel re bikin. Ew dixwazin gel tune bikin. Gelê me xizmetê dixwaze.” 
 
Piştî axaftinan jî buro hate vekirin. Di dema vekirina buroyê de dirûşma “Pîran bi wer serbilind e” olan da. Piştre jî namzet çûn serdana esnafan û xelkê navçeyê gazincên xwe anîn ziman.