Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di vekirina buroya hilbijartinê ya Elkê de axivî û wiha bal kişand ser “hilbijêrên gerok” ku ji leşker û polîsan pêk tê: “Ne Îskender ne jî Parsan nekarîn van çiyayên hûn dibînin derbas bikin. Dê diz qet nekarin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ziyaretên xwe yên hilbijartinê li Şirnexê berdewam kir. Bakirhan û şandeya pê re hatin navçeya Elkê ya Şirnexê û li gundê Bermalê ji hêla partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan, piştî pêşwazîkirinê bi konvoyekê ber bi navenda navçeyê ve kete rê. Di rê de bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşmên welatiyan hat pêşwazîkirin. 
 
 
DEM Partiyî li navenda Elkê rastî eleqeyeke mezin hatin û li ber stranan govend hate gerandin. Tevî hewayê sar jî gelek kesan şande bi alayên DEM Partiyê silav kirin. Bername, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî namzetên hevşaredariyê Beybûn Aslan û Agît Yîgît gel silav kirin. 
 
‘EM Ê VAN ZALIMAN BIŞÎNIN’
 
Piştre jî Bakirhan gel silav kir. Bakirhan, got ku Elkê dilê Botanê ye û ev tişt anî ziman: “Em ê di 31’ê adarê de bersivê bidin vê pergala ku kurdan nas nake. Îşala em ê di 31’ê adarê de van qeyûman û zaliman bişînin.” Bakirhan, bi domdarî Yûsûf Temel bi bîr anî û wiha dom kir: “Em ê ji bo aştî û gelê kurd hêjayî wan bin.” 
 
 
Bakirhan, diyar kir ku niha li girê herî bilind ê çiyayan e û xelkê ew bi tenê nehiştî silav kir. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya ku ez bêm vê derê tiştekî bala min kişand. Dê bibêjî qey navçeyekî me yê biçûk hatiye dagirkirin. Li her derê qereqol, kalekol û noqteyên lêgerînê hene. Em careke din vê rewşê şermezar dikin. Li vir ez bangî hikûmetê dikim. Êdî fêm bikin ku hûn dê nekarin bi van qereqol, kalekol û polîtîkayên zextê û tunehesibandinê pêşiya gelê kurd bigirin. Li şûna ku aboriya Tirkiyeyê ji bo şer xerc bikin, ji bo kedkaran, xizanan, ji bo kurd bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û ji bo hemwelatiya wekhev xerc bikin. Binêrin wê demê Tirkiye dê çawa bibe cihekî aram. Derdekî rêveberên vî welatî ya demokrasiyê û mafên wekhev ên gelan nîne. Ew hebûna xwe li ser înkar û tunehesibandinê didomînin. Gelo ma ne kurd bûn ên li Milazgirê deriyên Anatoliyayê ji tirkan re vekirin? Ma me li Dîlok, Mereş, Riha, Çanakkale û her deverê xwîna xwe ji bo vî welatî ne rijand? Wê demê ev çi halê Elkê ye? Ev nêzikatî, nêzikatiya dijminatiyê ye. Bi hezaran sala ye kurd cîranên Çiyayê Kato ne. Mîna wî çiyayî serbilind û birûmet dijîn. Ma kurdan çi bi kê kiriye? Em aştiyê dixwazin, em dixwazin kurd bi zimanê xwe biaxivin, em dixwazin qeyûm neyên tayînkirin û hemwelatiya wekhev dixwazin. Lê ev ji wekheviyê fam nakin. Serê van li sicdeyê lê aqilê wan li ser hîleyan e.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ HILBIJÊRÊN QAÇAX
 
Bi domdarî Bakirhan got ku AKP hewl dide bi veguhestina hilbijêrên qaçax qeyûman tayînî îradeya gelê kurd bike û wiha pê de çû: “Hêvîdarim li me guhdar bin. Ev der cihekî pir biçûk e. Hemû kes hev baş nas dike. Li navnîşana hejmar 6 a li ser cadeya 6’an a Taxa Elkê 120 hilbijêr hebûn lê niha 364 hilbijêr hene. Li navnîşana 18/a ya il ser cadeya 14’an a Taxa Karşiyakayê dengên hilbijêran ji sedî 521 zêde bûye. Hejmarên hilbijêran a li Hejmar 42’yan a Taxa Alî Çavuşê 3 qet zêde bûne. Ez dikarim hêj gelek mînakan bidim. Divê Erdogan bizane ku îradeya gel dema wexta wê hat dê li ser sindoqê şimaqekî li bin guh bixe. Ji Edîrneyê, Trakya, Aksaray û hwd. leşker û polîsên nikarin Elkê li ser nexşeyê bibînin anîne û dê bi dengên wan hewl bidin îradeya gel xesp bikin. Û ser re jî dê ji vê re bibêjin hilbijartin. Bi rêya zor, zilm, zext, qeyûm û hilbijêrên dizok hewl didin îradeya me xesp bikin. Divê li hemberî her hilbijêrekî heram em du hilbijêrên helal qezenc bikin û bila ev jî deynê stûyê me be. Ji mizgeftê heta malan, ji kerema xwe gelê me qaneh bikin. Tifaqa bi gur û dizekan re tenê dikare bibe Tifaqa Guran û ev jî nabe tifaqa Elkê. Tifaqa Elkê bi jin, ciwan û melayên xwe li vir e.” 
 
 
‘LI DIJÎ HILBIJÊRÊN HERAM, HILBIJÊRÊN HELAL’
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daristanên me qedexe ne, rûbarên me, mîhrîcan, stran, cil û berg û her tiştekî me tê qedexekirin. Naxwazin em çanda xwe bijîn û bi zimanê xwe biaxivin. Naxwazin em ji xweza û ava xwe sûdê bigirin û dixwazin em bibin cerdevan. Vî gelî li şûna bibe cerdevan, sond xwariye ku dê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomîne. Tu caran bi pereyan, bi zext û êrişan nikarin îradeya xelkê Elkê bikirin. Xelkê Elkê di hezîranê de ji sedî 80 deng girt. Di serdema din de qeyûm tayîn kirin. Serdemekê jî bi rêya hîle û hilbijêrên qaçax îradeya me desteser kirin. Kesên xwedî rûmet, yên mirov û misilman bila sindoqê deynin û xelkê Elkê çi biryarê bide wê demê em tevek ji bo wê rêz bigirin. Lê ne leşker û polîsên hûn ji Trakyayê vediguhêzin vê derê, bila xelkê vê derê îradeya xwe diyar bike. Wê demê kî bi wê biryarê neke bila kesên herî xerab bin. Ez piştrast im ku gelê Elkê dê bersiva pêwîst bide. ne Îskender ne jî Persan nekarîn van çiyayên hûn dibînin derbas bikin. Dê diz qet nekarin. Vî gelê birûmet duh rê neda û dê îro jî nede. 
 
EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO 31’Ê ADARÊ BIXEBITIN
 
Em ê bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê bixebitin. Em kurd in, ji sedî 99’ê xelkê Elkê kurd e. Em ne ji bo rantê, ji bo zimanê xwe yê dayikê, ji bo demokrasiyê têdikoşin. Em dixwazin li şûna qereqolan, febrîqe bên vekirin. Em namzetên xwe emanetî we dikin.” 
 
Piştî axaftinê, şandeyê qurdele birî û buroya hilbijartinê vekir. 
 
Piştî vekirina buroya hilbijartinê, şande ber bi Qilebanê ve kete rê.