DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin

img

SÊRT - Hevserokê navçeya Tiloya Sêrtê Hayrettîn Yilmaz ku di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, destnîşan kir ku rol û mîsyona mela, şêx û alimên Tiloyê hertim aşitî bûye û wiha got: “Ez hêvîdarim ku şêx û alimên niha jî vê rol û mîsyona xwe bi cih bînin.”

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Tiloya Sêrtê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. DEM Partî û partiyên ji heman kevneşopiyê tên, li navçeya Tiloyê ku bajarê hevjîna serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Emîne Erdogan e, ev çend hilbijartin in bi rêjeyeke gelekî kêm winda dikin. Di vê hilbijartinê de DEM Partiyê ji bo bidestxistina Şaredariya Tiloyê xebatên xwe zêde kirine. DEM Partiyê têkildarî xebatên hilbijartinê li navçeyê buroya xwe ya ewil vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Tiloyê Kasim Yildiz, hevberdevkê DEM Partiyê yê Tiloyê Hayrettin Yilmaz, namzetên hevşaredariyê yên navenda Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Aslan û Eşref Tekîn, parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Sêrtê Siddik Taş û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn.
 
‘SERKEFTIN YA ME YE’
 
Ewilî Hevserokê DEM Partiyê yê Tiloyê Hayrettin Yilmaz axivî û da zanîn ku navê Tiloyê di zimanê Suryaniyan de tê wateya ‘giyana bilind’. Yilmaz, anî ziman ku bi kurdî jî tê wateya ‘tewlû’ û di dîrokê de cihê ilm, îrfan û tesevvûfê ye. Yilmaz, diyar kir ku ji ber vê yekê ye ku mele, şêx û alimên Tilo her tim aşitîxwaz bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava di navbera gelên li Tiloyê dijîn gengeşî, şer çêdibûn ev alim hertim alîgirên aşitiyê bûn. Em hêvîdar in dîsa di vê demê de jî ev alimên me yên Tilo bi heman awayî rol û mîsyona bav û kalên xwe yên aşitîxwaz bilîzin. Em hêvîdar in ku em di hilbijartinan de jî serbikevin. Serkeftin ya me û gelê me ye.”
 
‘HEBÛNA ME YA NAVÇEYA TILOYÊ KÊFXWEŞIYEKE MEZIN E’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî axaftinek kurt kir û da zanîn ku ew ketine di nava pêvajoya hilbijartinê de. Tekîn, destnîşan kir ku bila gel û vîna gelan bi ser bikeve û wiha berdewam kir: “Li Sêrt û navçeyên wê vîna gel çi nîşan bide em ê qebûl bikin. Lê heke em jî bi ser bikevin, divê ji bo me jî rêz bê girtin û êdî dest ji polîtîkayên qeyûman bê kişandin. Hebûna me ya li navçeya Tiloyê ji bo me şanazî û kêfxweşiyeke mezin e. Ez dixwazim bi bîr bixim ku li dijî neheqî û xwîna tê rijandin peywireke mezin di keve li ser milên alim û şêxên li Tiloyê jî. Ez hêvîdarim ew ê vê rol û mîsyona xwe bilîzin.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi tîlîliyan hat vekirin.