Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partiyê li Rihayê starta hilbijartinê bi serdana Emîne Şenyaşar da. Li Stenbolê jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatin pêşwazîkirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, li gelek bajaran bi gel re hevdîtin kir û buroyên hilbijartinê vekir. 
 
RIHA 
 
DEM Partiyê li navçeya Pirsûs a Rihayê bi serdana Emîne Şenyaşar starta hilbijartinê da. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Pirsûsê Ayten Kaya û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl di serdanê de cih girtin. 
 
 
Dayika Emîne Şenyaşar di serdanê de têkoşîna “edaletê” ku ev 6 sal in didomînin ji ziyaretvanan re vegot. Şenyaşar, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Enqereyê navber dabûn Nobeta Edaletê û dê di hefteya ewil a adarê de dîsa dest bi nobetê bikin. Şenyaşar, ev tişt anî ziman: “Heta ku kurê min ji girtîgehê derdikeve û tevahiya faîlan tên cezakirin dê têkoşîna me ya edaletê bidome.” 
 
Namzeta DEM Partiyê Ayten Kaya jî got ku heta edalet pêk tê dê piştevaniya xwe ya bi malbata Şenyaşar re bidomînin. 
 
WÊRANŞAR 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzet, çûn serdana esnafên Bazara Genim a navçeyê û li pirsgirêk û daxwazên esnafan guhdarî kirin. Esnafan, nerazîbûnên xwe yên derheqê Şaredariya Wêranşarê de ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye anîn ziman û gotin ku şaredarî tu xizmetê ji wan re nake. Di serdanê de esnafekî got ku di demên berê de dengê xwe dida AKP’ê û ev tişt anî ziman: “Lê êdî teqez ez ê dengê xwe nedim AKP’ê.” 
 
 
Ji namzetan Yorgun got ku dê pirsgirêkên esnafan bi şaredariya di bin rêveberiya DEM Partiyê de çareser bikin û got: “Em ê bi hev re bi ser kevin û bi hev re birêve bibin.” 
 
AMED 
 
DEM Partiyê li navçeya Hezro ya Amedê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn, namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren jî tev li vekirina buroyê bûn. Şandeya DEM Partiyê di ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke wesayîtan ber bi navenda navçeyê ve ketin rê. Piştre jî girse derbasî cihê buroya hilbijartinê bû. Li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Hêz û baweriya me roj bi roj zêdetir dibe û em ê di hilbijartinê de bi ser kevin. Dem dema Hezroyê ye, dem dema Amedê ye.” 
 
‘EM Ê TIŞTÊN AYDÊ XWE JI WAN BISTÎNIN’
 
Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku hilbijartinên 31’ê Adarê dê bibin hilbijartinên dîrokî û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku îktîdara tehekûmkar hewl dide siyaset, siyasetmedar, çand û hunera me tesfiye bike. Dixwaze îradeya me bişikîne. Em ê destûrê nedin wan.” Namzeta Hevşaredariyê ya Hezroyê Hasîbe Yazdik jî wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku dê hûn ê îradeya xwe dîsa bi dest bixin. Ev der welatê me ye, xaka me ye. Em tenê yek kevirekî jî ji wan re nahêlin. Ez we tevan bi rêzdarî silav dikim.” 
 
Piştî axaftina namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, buroya hilbijartinê hate vekirin. Piştî vekirina buroyê, girseyê li ber stranan govend gerand. 
 
STENBOL 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş li avahiya partiyê ya li Sûltangaziyê bi jinan re civiya. Beştaş, li pêşiya avahiya partiyê ji hêla jinan ve bi flamayan hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de coşeke zêde hebû dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. 
 
 
Beştaş, di hevdîtinê de got ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê yek ji xala herî girîng e ku partiya wan ji partiyên din cuda dike û ev tişt anî ziman: “Heta jin azad nebin, civak tu caran nikarin azad bibin. Em li partiyên din ên gotinên mezin dikin dinêrin û dibînin ku hema hema qet jin tune ne. Hema hema qet deng û hebûna jinan tune ye. Tenê rêveberiya zilam hene. Tu partiyan heta niha rêjeya ji sedî 10’ê derbas nekıirine. Lê nûnertiya jinan a di nava DEM Partiyê de ji sedî 50 ye.” 
 
Di berdewamê de Beştaş wiha got: “Ev welat, welatê hevpar ê me tevan e. Weke kurd, ereb, tirk, suryan û hwd. em tevek hêmayên cuda yên neteweya demokratîk in. Neteweya demokratîk û welatên hevpar dê li Stenbolê aj bide. Heta 31’ê adarê em ê li mala her kesî bibin mêvan. Ji bo zext, zilm û rejîma yekzilamî bi dawî bibe û ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk em ê bi gel re biaxivin. Em ê bibêjin ‘em hene.’ Em hene û têkoşîna xwe didomînin.” 
 
Beştaş, bertek nîşanî muxalefetê da ku wan ji ber nîşandana namzetan a li bajarên rojava rexne dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em weke partiyê dikevin hilbijartinê, ma çi tişt ji vê xwezayîtir heye? Ma em mecbûr in li cem hin kesan an jî li dijî wan bisekinin? Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dibêje; ‘DEM hewl dide bi me bide windakirin.’ Hinek wijdan yaw. Li Mêrdîn, Amed, Şirnex, Sêrt û li tevahiya bajarên kurdan we namzet nîşan dan û piştre jî hûn ji me re dibêjin; ‘we çima li Stenbol û Enqereyê namzet nîşan da.’ Wê demê hûn xwe vekişînin û piştgiriyê bidin me. Ma em mecbûr in piştgiriyê bidin hin kesên din. Em ê bi ser kevin û bila gumana tu kesî ji vê nebe.” 
 
Jinan di bernameyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û li ber stranan govend gerandin.