Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê

img
RIHA - Yek ji cihên ku DEM Partî di hilbijartinên şaredariyan de bi xwe bawer jî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Li Serêkaniyê bi sedan ciwan hatin ba hev û şahiyek li dar xist.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê duh di danê êvarî de bi tevlibûna sedan welatiyan şahiyek li dar xist. Şahî, li Taxa Barişê hat lidarxistin û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ya Rihayê Celalettîn Erkmen û namzetên hevşaredariyê yên naçeya Serêkaniyê Rahşan Yazar û Ugur Kahraman jî beşdar bûn.
 
'LI MILEKÎ DEM PARTÎ, LI MILÊ DIN ZÎHNIYETA KEDXWARINÊ HEYE'
 
Di şahiyê de namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen axivî û da zanîn ku gelê Serêkaniyê pratîkên DEM Partiyê yên şaredarvaniyê û rêveberiyên herêmî ji berê ve nas dike û berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Di hilbijartinên herêmî de çiqas bê dîtin ku gelek partiyên sîyasî tev li dibe jî, lê di rastiya xwe de herkes dizane ku ên li herêmê demokrasiya rastîn û temsîliyeta şarevaniya gel dike DEM Partî ye. Li milê din zîhniyeta kedxwarinê heye. Gelê Serêkaniyê dê careke din bigihije şaredariya xwe ya gelparêz û şefaf."
 
'ŞAHIYA MEZIN DI 1’Ê NÎSANÊ DE YE'
 
Namzetê hevşaredariya Serêkaniyê Ugur Kahraman jî diyar kir ku hemû derdorên li navçeyê dijîn ji bo xwe ji pergala rantxwariyê ku ji bav derbasî kurd dibe di bin sîwana DEM Partiyê de civiyaye. Kahraman, wiha domand: "Êdî tu kes guh nade polîtîkayên qirêjî, hewldanên tirsandin û çewisandinê. Ew jî vê yekê dibînin. Şahiya herî mezin a demokrasiyê dê di 1'ê nîsanê de bê lidarxistin."
 
Piştî axaftinan, ciwanan fîşekên hewayî teqandin û bi saetan li ber stranan govend gerandin. Ciwanan her wiha pankarta "Yê ku dide meşandin tu yî, şikûr ji qudreta te re" hilgirtin. 
 
Partiyiyan dan zanîn ku heta roja hilbijartinê dê her roj li taxeke cuda şahiyan li dar bixin.