DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye

img
BEDLÎS - Li navçeya Xelatê ji ber ku partiyên cuda bi namzetên xwe dê têkevin hilbijartinê, karê AKP'ê gelekî zehmet bûye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku nêzî serkeftinê ne, gotin: "Em ê 31'ê Adarê bi serketinê biqedînin."
 
Navçeya Xelat bi avhewa, erdnîgarî û dîroka xwe yek ji navçeyên balkêş a Bedlîsê ye. Ev taybetmendiyên bajarê li qeraxa Gola Wanê ji ber çavên desthilatê ve neçûye; lewma yek ji wan cihên ku di salên dawî de herî zêde destwerdana demografî û xwezayê lê tê kirin ev der e. Desthilat li vir bi anîna tirkên Ahiskayê bi armanca “tirkkirinê” mudaxeleyî demografiyê dike. AKP ya ku 20 sal in şaredarî di destê wê de ye, ji bo pêdiviyên bingehîn ên tirkên Ahiskayê ên ku li bajêr bi cih kirine, tu astengiyan nade der. Lê heman xizmet ji bo welatiyên ku xwecihê bajêr in nayê kirin. Pirsgirêkên wekî av, rê û qirêjiya hawirdorê di asteke zêde de ne. Ev, bi taybetî li taxên ku deng ji AKP'ê re naçin û kurd lê ne, pir zêde ye.
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê re, li ser rewşên nav bajêr dîsa nîqaş tên kirin. Tê payîn ku dê polîtîkayên cihêkariyê û destwerdana di demografiyê de jî bandorê li encamên hilbijartinê bike. Her wiha ji aliyê gelek partiyan ve nîşandana namzetan hêza AKP'ê qels dike. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), İYİ Partî (İYİP), AKP, CHP, Partiya Yenîden Refahê (YRP), Partiya Doza Azad (HUDA PAR), Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP) û Partiya Rizgariya Gel (HKP) namzet nîşan dane. Namzetê İYİ Partiyê şaredarê niha yê AKP'î Abdulalim Mumtaz Çoban e. Pêngava İYİ Partî û YRP'ê dê bi kêrî DEM'ê bê. Atmosfera bajêr ew e ku dê di hilbijartinan de DEM Partî bi ser bikeve.
 
Em li ser hilbijartinên bajêr bi namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Abdulsamet Baycan û Zelal Yilmaz re axivîn.
 
'HIN KES TÊN ZENGÎNKIRIN'
 
Baycan li Xelatê ji dayik bûye, li Zanîngeha Akdenîzê Beşa Beytariyê qedandiye. Baycan ku ji sala 2004'an û vir ve li Xelatê beytariyê dike, di heman demê de di nava Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi awayekî çalak dixebite. 
 
Baycan ku bi rexnekirina polîtîkayên desthilatê dest bi axaftinê kir wiha got: "Li vir çerxeke ku kesekî dewlemend bike hatiye çêkirin. Ev çerx li derdora hin kesan digere. Ji ber vê yekê xizmetguzariyê asteng dike. Xizmetên bingehîn ên şaredariyê yên wekî rê û avê bi xwe jî nayên kirin. Pergalek ku tê de xizmetên bingehîn nayên kirin, hat avakirin."
 
Baycan anî ziman ku nebûna derfetên kar bikaranîna tiryakê di nava ciwanan de zêde dike û got: "Em dibêjin 'ciwanên me pêşeroja me ne', lê ev tabloya ku derdikeve holê bi rastî rewşeke gelekî xeternak û xemgîn e."
 
Baycan got: "Em ê xizmetên şaredariyê ji bo zumreyekê nekin, em ê ji bo tevahiya welatiyên xwe bikin. Em ê mekanîzmayên biryargirtinê yên ku gel rasterast tê de vih bigire biafirînin. Yanî biryarên ku bên girtin wê nebin suprîz. Ji ber ku gel dê tevli vê pêvajoya biryardayînê bibe. Ji ber vê yekê têgihiştina me ya şaredariyê ji têgihiştina ya pergala heyî pir cuda ye."
 
Baycan anî ziman ku AKP'ê ji ber tirsa windakirinê gelek tirkên Ahiskayê, leşker û polîs li Xelatê bi cih kirine û got ku ev rewş dişibe tayînkirina qeyûm. Baycan got: "Yên li vir hatine hilbijartin, tu carî ne kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Li vir bi dengên ji derve hewl didin bi ser bikevin. Armanca bingehîn a bicihkirina tirkên Ahiskayê ên li Xelatê, guhertina demografîk e. Tevî ku hêjmarek rast nîn e jî,  tê gotin ku hezar û 100 kes ji tirkên Ahiskayê û hezar û 500 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne."
 
Zelal Yilmaz a ku li navçeya Panos a Agiriyê ji dayik bûye, ji Zanîngeha Mûnzûr beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê mezûn bûye. Yilmaz demekê di sektora taybet de xebitiye. Di hilbijartinên giştî yên Gulana 2023’yan de namzeta parlamenteriyê ya Agirî ya Partiya Çepên Kesk bû. Yilmaz piştî hilbijartinan jî Hevserokatiya DBP'ê ya Agiriyê kiriye.
 
DÊ KOMÎSYONA BUDÇEYA JINÊ BÊ AVAKIRIN
 
Yilmazê ku got "DEM Partîê partiya gelan e, di heman demê de partiya jinan e" bal kişand ser pirsgirêkên jinan û got: "Jin her tim tên bindestkirin û aşkirin. Xelat jî yek ji van cihan e. Li Xelatê jin di gelek qadan de nikarin xwe bidin der. Hinekî şermok in. Ez vê yekê di serdanên malan de û di xebatên li taxê de dibînim. Em hewl didin vê ‘şermokiyê' bişkînin."
 
Yilmazê wiha got: "Dê di budçeya şaredariya me de Komîsyona Budçeya Jinan hebe. Ev budçe dê tenê ji jinan re were veguhastin. Xebateke din jî dê Kooperatîfên Jinan hebin. Jin dê her tiştê ku hildiberînin bînin li wir bifroşin."
 
DEWLEMENDIYA XELATÊ
 
Yilmazê bal kişand ku li Xelatê ji aliyê rêveberiyên herêmî ve kurd û tirk ji hev hatine veqetandin û diyar kir ku ev rewş di nava gel de bûye sedema kîn û nefretê. Yilmazê got: "Di rastiyê de Xelat dikare gelek çand, nijad û pêkhateyên cuda bihewîne û biparêze. Lê mixabin niha ji ber rêveberiyên herêmî rewş bi vî rengî ye. Li vir, li taxên ku deng ji bo partiyên sîstemê tune ne pirsgirêka rê, paqijî û avê heye." 
 
Yilmazê destnîşan kir ku ew ê Xelatê bi dest bixin û wiha got: "Ez dibînim ku gel êdî vê zilm, bêedaletî û cihêkariyê qebûl nake. Ji ber ku şaredariya li vir ji xeynî zengînkirina hin malbatan tu xizmeteke din nekiriye. Malbat bi awayekî cidî zengîn dibin, gel jî xizan dibe. Pêdiviyên herî pêwîst jî nayên dabînkirin. Lê ev malbat û çete tên têrkirin. Em ê 31'ê Adarê bi serkeftinê bi dawî bikin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû