DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite

img
NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partî ku li bajar, navçe û bajarokan lez da xebatên hilbijartinê, kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin û doza piştgiriyê dikin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajar, navçe û bajarokan xebatên xwe yên hilbijartinê derî bi derî didomînin. 
 
RIHA 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê yên DEM Partiyê Celalettîn Erkmen - Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên navçeya Halîliyeyê Suphi Yılanci - Adalet Eriş, namzetên hevşaredariyê yên Karakopruyê Ridvan Yavuz - Rezan Ayhan û namzetên hevşaredariyê yên navçeya Eyyûbiyeyê Halîl Akbaş - Adalet Erîş, li navçeya Halîliyeyê bi hev re xebitîn. Hevserok û heyeta bi wan re li Bûlwara Ataturk, Pasaja Kapakli, Pasaja Japonê û Navenda Karsaziyê ya Ewropayê serdana esnafan kirin. Di serdanê de broşur û bi boneya meha Remezanê îmsaqiye hatin belavkirin.
 
Di hevdîtinên bi welatiyan û dikandaran re banga guhertinê hat kirin û welatiyekî got: “AKP qet nayê vir. Min dengê xwe da CHP'ê, lê ew jî qet nehat vir." Welatiyekî din jî got: “Ne tenê ji bo şaredariyan. Bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Ji bo wan jî têkoşîn divê." 
 
HEWAG 
 
Bi beşdariya namzetên hevşaredariyê yên Hewagê Aygun Kapikaalî û Îsmaîl Yildiz, rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê, endamên meclisa jin û ciwanan û gelek welatî dikandar ziyaret kirin. Piştre gundên Salûc, Baxîlce, Kepirçî hatin ziyaretkirin û bi beşdariyeke berfireh civîn hatin lidarxistin. Di civînan de welatiyan pêşniyazên xwe yên ji bo rêveberiyên herêmî anîn ziman. Namzetan bi ravekirina projeyên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgirî ji bo DEM Partiyê xwestin.
 
SERÊKANİYÊ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak, namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Serêkaniy6ê Ûgûr Kahraman û girseya ligel wan îro çûn serdana gundên Hummera Jorîn, Xidirxelef û Lebbanayê. Civîn bi welatiyan re hat kirin. Di dema xebatan de namzet rastî eleqeyeke mezin hatin. 
 
SÊWREG 
 
Namzetên DEM Partiyê yên Sêwregê Yildiz Çetîner û Alî Dusak li navenda navçeyê bi dikandaran re hatin cem hev. Xebatên hilbijartinê ku bi serdana dikandarên Taxa Ayvanatê dest pê kirin, bi nêrîn û pêşniyazên dewam kir.
 
CÛRNÊ REŞ 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Cûrnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş çûn serdana Odeya Çandiniyê û atolyeyên tekstîlê û bi welatiyan re hatin cem hev. Welatiyan bpiştgirî dan xebatên ku mal bi mal tên kirin. 
 
PIRSÛS 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran ku li gel xebatên hilbijartinê amadekariya pîrozkirina Newrozê dikin, ji du aliyan ve xebatên xwe kirin. Ji namzetan Muslum Baran li navenda navçeyê serdana dikandaran û gel kir, Kayayê jî serdana gundan kir. Hevserokê ku li taxên Belîk, Ollîk, Keberlîya Jêr û Jor zrastî eleqeyeke mezin hat, ji bo DEM Partiyê piştgirî xwest.
 
XELFETΠ
 
Li navçeya Xelfetiyê jî xebatên hilbijartinê îro li taxên gundewarî bûn. Namzetên hevşaredariyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan li taxên Tavşanoren, Xêrwanek, Baglica û Macûnlû yên gundewarî bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzetên ku bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin, soza xizmetê dan.
 
BÊRECÛK 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Bêrecûkê Berîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît ku li taxên Civîn, Dûderî, Derşebek, Alahaç, Mirbî, Şekerkoy, Medirbaz, Hayrahmet û Hevacîkê xebitîn, çûn navenda navçeyê û li qehwexaneyan bi welatiyan re hevdîtin kirin.
 
WÊRANŞAR 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgun dikandarên Kolana Karacadag û Kolana Paşa Konagiyê ziyaret kirin û der barê pirsgirêkan de axivîn.
 
MÛŞ
 
Endamên DEM Partiyê yên ku li Mûşê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê, derî bi derî digerin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter Sumeyye Boz, namzetên hevşaredariyê û endamên meclisê yên tevli xebatên hilbijartinê bûn, çûn serdana tekstîlan. Di serdanan de îşaret bi hilbijartinên 31'ê Adarê hat kirin. Heyeta DEM Partiyê ya ku bi jinên di tekstîlê de dixebitin re têkilî danî, peyam da ku guhertin tenê bi DEM Partiyê re pêkan e. Doganê ji xebatkarên tekstîlê hat pirsîn: "Hûn der barê hilbijartinên 31'ê Adarê de çi difikirin?" Xebatkaran got: “Em guhertinê dixwazin, qadên îstihdamê dixwazin. Rewşa partiyê niha gelek baş e û em hêviya encamên baş dikin. Em ê heta dawiyê li gel partiya xwe bin."
 
Berdevka DEM Partiyêê Doganê destnîşan kir ku dara DEM'ê dê bibe çareserkirina hemû pirsgirêkan û got ku divê Mûş êdî vîna xwe di van hilbijartinan de diyar bike. Welatiyekî ku diyar kir namzetên DEM Partiyê ji aliyê gel ve esas tên girtin got: “Hêvîdarim em ê şaredariya xwe bi namzetên xwe yên rast û pêbawer bi dest bixin. Em ê bi xebat û parastina sindoqan li Mûşê guhertinê pêk bînin."
 
Xebatên hilbijartinê tevahiya rojê dewam kirin.
 
WAN
 
Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal û Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît dikandarên li kolanên Îkînîsan û Golbaşi yên navçeya Îpekyolûyê ziyaret kirin. Şedal û kesên pê re belavokên hilbijartinê û Newrozê belav kirin û demeke dirêj bi dikandaran re sohbet kirin. Dikandaran jî piştgiriya xwe da der. 
 
QERS  
 
Rêxistina DEM Partî ya Qersê jî li buroya hilbijartinê ya li Rawestgeha Çamlicayê civîneke gel li dar xist. Serokwekîla Koma DEM'ê û Parlementera Qersê Gulîstan Koçyîgît, Parlementerê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû, namzetên hevşaredariyê yên Qersê Arzû Şavaş Derman û Kenan Karahancî û gelek kes beşdarî civînê bûn.
 
COLEMÊRG
 
Xebatên hilbijartinên herêmî yên DEM Partiyê yên li Colemêrgê û navçeyên wê, bi coş û heyecan bênavber dewam dikin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê û Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Parlak bi Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Çelê, bi rûspiyên eşîrên Qeşûrî yên gundê Aşûtê, jin û ciwanan re hevdîtin kir. Hêjayî gotinê ye ku di serdanê de tevahiya gund bi alayên DEM Partiyê hat xemilandin. Parlak li ser îdiayên muxalefeta sereke û hin komên ku dibêjin DEM Partîê bi desthilata AKP’ê re di nava hevdîtinan de ye jî got: “Berevajî hevdîtinên me yên bi AKP’ê re, desthilat amadekariya şerekî berfirehtir dike. Heger me hevdîtin kiribûya, wê şer bisekiniya û amadekariyên şerekî wiha mezin nehata kirin. Yên ku amadekariyên şerekî mezin dikin, bila baş zanibin ku ne gelê kurd û ne jî gelên din bi şer naqedin. Dawiya her tiştî çareserî ye."
 
Parlak diyar kir ku ger di hilbijartinên herêmî de rayên xwe du qatan zêde bikin wê hêzeke mezin bi dest bixin û wiha dewam kir: “Bi vê hêzê wê hemû alî ji bo çareseriyê bi me re li ser maseyê rûnin. Di qada siyasî de çiqasî deng û yekîtiya me zêde bibe, dewlet wê ew qasî bi me re diyalog û danûstandinan bike. Lê di qada siyasî de kêm bibin, dewlet bi israr dê şer biparêze. Daxwaza me ya yekane ji gelê me ew e ku her kesên niha ne li vir in bînin vir û di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de dengê xwe bidin."