DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e

WAN - AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de şaredariyên Payîzava û Westanê bi hilbijêrên veguhestî xesp kiribû. DEM Partî di her du navçeyan de bandora xwe zêde dike û namzetên hevşaredariyê jî anîn ziman ku armanca wan pêşxistina çareseriyên mayînde û bingehîn e. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe bi qasî ku navendên qeyûm lê hatine tayînkirin, di navçeyên din de jî bênavber didomîne. AKP di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de ji derve hilbijêrên veguhestî anîn navçeyên Payîzava û Westanê yên Wanê û bi ferqên biçûk her du şardarî xesp kiribûn. Li her du navçeyan ku her roj DEM Partî bandora xwe zêdetir dike. Namzetên Hevşaredariya Payîzavayê Mukaddes Karakoç û Mehmet Tahîr Ertaş û namzetên Hevşaredariya Westanê Kubra Akti û Ruknettîn Hakan destnîşan kirin ew ê desthilata bi hîleyan û destê qeyûman bajaran veguhestine dojehê, têxin sindoqan. 
 
Namzetê Hevşaredariya Payîzavayê Mehmet Tahîr Ertaş destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya navçeyê bêkarî ye û diyar kir ku welatî bi giranî debara xwe bi sewalkarî û çandiyê dikin. Ertaş anî ziman ku li gel sewalkarî û çandiyê derbarê navçeyê de gelek projeyên wan amade ne. 
 
ARMANC YEKEMÎN BÛN E
 
Ertaş destnîşan kir ku di xebatên hilbijartinê de gel eleqeyeke pir erênî nîşanî wan dide û wiha axivî: “Di demên dawî de gel pir bertek nîşanî polîtîkayên AKP yên talan, derew û qûrre dide. Armanca me yekemînbûn e. Dê gelê me li dijî polîtîkayên talan û derewê vê carê dengê xwe bide DEM Partiyê. Li Navçeyê xizanî zêde ye û em ê pirsgirêkên ciwanên ji ber vê yekê koç dikin çareser bikin. Ji ber wê bila ciwanên me di 31’ê adarê de xwedî li îradeya xwe derbikevin.” 
 
ŞAREDARVANIYA DEMOKRATÎK Û ZELAL
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Payîzavayê Mukaddes Karakoç da zanîn ku di 8 salên dawî de şaredariya  di destê AKP’ê de li navçeyê tu razemenî nekiriye û ev tişt gotin: “Ji riyan bigirin heya zimanê zikmakî tiştekî nekirine. Em ê ji bo zarokên xwe kursên ziman vekin, dê ji bo jin ciwan û zarokan gelek projeyan bi pêş bixin. Welatî eleqeyeke pir erênî nîşanî me didin û dixwazin şaredarî bikeve destê gel bi xwe. Em ê şaredarvaniyeke demokratîk û zalal bikin. Em ê mil bidin hev, bi hev re bixebitin û di 31’ê adarê de vê xebat û germahiyê bigihijînin serkeftinê. Dê dengek me bibe azadiyê, bibe serkeftinê.”
 
MECLISÊN TAX Û GUNDAN
 
AKP di hilbijartina 2009’an de bi 3, di hilbijartina 2014’an de bi 7 dengan şaredarî bi dest xist û di hilbijaritna 2019’an de bi veguheztina 700 hilbijêran Westanê stend. DEM Partî di vê hilbijartinê de gelek ji xwe bawer e. Namzeta Hevşaredariyê Kubra Akti derbarê xebatên xwe de axivî û bi bîr xist ku yek ji pirsgirêkên sereke yên navçeyê riyên xirab in û da zanîn ku dema ew şaredariyê bi dest xistin dê pirsgirêkên wekî av û rê çareser bikin. Akti gotinên xwe wiha domandin: “Daxwaza me ew e ku em xwe jî bajarê xwe jî bi rê ve bibin. Jin û zarok eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Em ê bi wan re bi rê ve bibin. Em ê li tax û gundan meclisan ava bikin, û bi hev re çareseriyan bi pêş bixin. Ji bo em layîqî wan bibin em ê bênavber bixebitin. Bila her kesek biçe ser sindoqê.” Akti xwest her kesek xwedî li dengê xwe derbikeve û wiha bang kir: “Heke li Stenbolê bî siwar bibe were, heke tu nikaribî em ê te bînin.” 
 
ÇARESERIYÊN BINGEHÎN 
 
Namzetê Hevşaredariyê Westanê yê DEM Partiyê Ruknettîn Hakan jî ev tişt gotin: “Li vê derê ne rê ne jî qanalîzasyon anku tiştek nîn e. Dema em hatin peywirê em ê pir zû van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê li gorî derfetên heyî bi çareseriyên bingehîn dest bavêjin pirsgirêkên. Serokê şaredariyê yê berê ji bo gel tiştekê nekir. Gel ji ber wê bi germahî nêzîkî me dibe.” Hakan di dawiya axaftina xwe de wekî hevserokên din banga “guherînê” ji gel kir. 
 
MA / Rukiye Adiguzel