Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bajar bi bajar, kolan bi kolan dimeşînin. Gel ji namzetên hevşaredariyê çareserkirina pirsgirêkên xwe xwest. 
 
Namzetên Hevşaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyi di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bajar bi bajar, kolan bi kolan xebatên xwe didomînin. Hilbijêrên ku di serdanan de kêfxweşiyên xwe tînin ziman, ji namzetan çareserkirina pirsgirêkên xwe xwestin. 
 
MELETÎ
 
Namzetên Hevşaredariya Fethiyeya Meletiyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mutlu Halici û Îbrahîm Încesu serdana taxên ji erdhejê bandor bûne kirin. Ji mexdûrên erdhejê Zeynep Koç ji namzetên hevşaredariyê re pirsgirêkên ku dijî vegotin. Koç bi lêv kir ku ji ber ku xaniyê wê hilweşiyayê alîkariya wê nehatiye kirin ew 13 meh in di konan de dijî.
 
XWARINA WÊ NAN Û PÎVAZ E
 
Koç diyar kir ku ji bo debarê ew diçê paqîjiya li malan û wiha got: “Xwarina min nan û pîvaz in. Jiyana me di van şert û mercan de ye. Ew bi xwe maaşin mezin distînim lê ez jî bi 3 hezar lîreyên ku ji bavê xwe mîras maye hewl didim debara xwe bikim. Jin di van şert û mercan de dijîn. Bila her kes rewşa min bibîne. Bila ew bi xwe van 3 hezar lîreyan bistînin û ez jî mûçeya ku ew digirin bistînim. Em ê bibînin ka ew dikarin debara xwe bikin an na?”
 
RIHA Û NAVÇEYÊN WÊ 
 
Namzetên Hevşaredariya Sêweregê Yildiz Çetîner û Alî Dusak li taxên Alreş û Mûnûtê; Namzetên Hevşaredariya Serêkaniyê Rahşan Yazar û Ugur Kahraman li taxên navendî yên Cumhuriyet, 15 Temmuz û li gundê Lebbana tevî Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar; Namzeta Hevşaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgûn û şandeya pê re li taxên Girêsîrt; Namzetên Hevşaredariya Karakopruyê Ridvan Yavuz û Rezzan Ayhan û Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Erkmen serdana esnafên kirin, di hilbijartinê de piştgiriya gel xwestin û bangewaziya Newrozê kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariya navçeya Navendî ya Eyyubiyeyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş, parlamentera Rihayê ya berê Ayşe Surucu serdana esnafên Borsayê kirin û di hilbijartinê de piştgirî xwestin. Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyeyê Sema Ateş û Suphî Yilanci li taxa Îpekyol serdana esnafan kirin. Parlamenterê bajar Omer Ocalan li gel namzetên Hevşaredariya Xelfetiyê  Mehmet Karayilan û Saniye Bayram serdana esnafan kirin. Namzetên Hevşaredariya Bêrecûkê Berîvan Îlkaya Manaz û Mehmet Begît û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer li gundên Tivrînk, Komaglî, Fîsfîs Karadag, Kakurt, Qonax, Sequltan ê serdana gel kirin û pirsgirêkên gel guhdar kirin. Şêniyên ku pirsgirêkên xwe ji ragihandine, ji namzetên şaredariyê çareserkirina pirsgirêkan xwe xwestin.