Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir

img
ÇEWLIG - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di mitînga Çewligê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, li dijî gotinên Tayîp Erdogan ên “bila xwe îspat bikin” ku ji bo partiya wan gotin, ev tişt got: “Em jî dibêjin ku tu derkeve xwe îspat bike.”
 
Mitînga Çewlîgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari berdewam kir. Hatîmogûllari bi pirsa “Hûn amade ne ku di 31’ê Adarê de li vê qadê pîrozbahiya serkeftina mezin bi hev re pîroz bikin?” dest bi axaftina xwe kir. 
 
Hatîmogûllari, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê Çewlig bêxizmet hiştiye û wiha got: “Bi taybetî jî dema em li herêmên Kurdistanê digerin, em bûn şahid. Rê nîne, her der gola heriyê ye. Ava vexwarinê nîne. Ev ji bo kurdan weke hemwelatiyê eslî nabînin e.” Hatîmogûllari, li ser heqareta namzetê Çewligê yê AKP’î ya li welatiyekî ku mala wî di bin avê de ma sekinî wiha got: “Ev feraseta desthilatê tundiyê li temamê Tirkiyeyê dike. Ev yek ji qesrê girtin û hatin li Çewligê pêk tînin. Ev dizên Çewligê ku ji qesrê perwerde girtine, gelê Çewligê dê di sindoqê de bihêle.?”
 
‘EM JI BO XIZMETÊ TÊN’ 
 
Hatîmogûllari, bi lêv kir ku tecrubeya partiya wan li gelek cihên weke Wan û Mêrdînê heye û wiha domand: “Em ji bo xizmetê tên. Hûn jî mexdûrên erdhejê ne. Mixabin em jî bûn mexdûrên erdhêje û bûn şahidê mirinan, hilweşîna xaniyan û binpêkirina nirxên me yên çandî. Xwezî me ev tişt nejiyabûna. Lê Serokê Giştî yê AKP’ê diçe Hatayê dibêje ‘binêrin kesên deng nedane min, bêxizmet man’. Em ê vê gotinê qet ji bîr nekin. Binêrin heman feraset li Çewligê ye. Di bêxizmetiyê de sînoran nas nakin. 
 
Feraseta ku li Enqereyê neyarê kurmancî û kirmanckî ye tê vir stranên zazakî lêdixe. Ey AKP û hevkarê wî yê biçûk MHP, hûn çima zimanê gelê kurd, gelekî cuda qedexe dikin? Em ê şaredariya pirzimanî bi hev re têxin meriyetê. Jinên rêzdar deriyên şaredariyên me dê ji hemû jinan re vekirîbin ji ber ku DEM Partî partiya xwediyê feraseta ‘Jin jiyan azadî’ ye. 
 
HER DENGÊ DIDIN AMPÛLÊ JI 3 HÎLALAN RE DIÇE
 
Li Çewligê AKP û hevkarê wî yê biçûk bi hev re xebatan dimeşînin. Bawer bikin her dengê hûn didin ampûlê ji 3 hîlalan re diçe. Em amadene ku vê ampûlê biteqînin? Em amade ne ku bi DEM Partiyê Çewligê ronî bikin?
 
Erdogan rabûye ji bo partiya me dibêje ku ‘Heke tiştekî bixwazin, bila ewilî xwe îspat bikin’. Em jî dibêjin ku derkeve tu xwe îspat bike. Em îro li Çewligê ji vê qadê bi vîna gel ji xwe xwe îspat kiriye. Çi hewcehî bi te nîne. 
 
EM HESABÊ DIDIN GEL 
 
Îsal, li qadên Newrozê li Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi milyonan kesan ev tişt got; ‘Em çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd dixwazin.’ Gotin ‘bila tecrîda li Îmraliyê rabe. Gotin ‘divê birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe’. Lê wan ji hemû gelên ku di nava piştevaniyê de ne re bi civînên şer bersiv dan. Niha jî amadekariyên şer dikin. Soza wan a hilbijartinê, xizmeta li van qadan nîne, bûye şer. 
 
EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITIN
 
Gelê Çewligê ji hilbijartinê re kêm roj man, divê em bişev û roj bi ruhê seferberiyê bixebitin. Em ê piştgirî û piştevaniya gelê xwe yê hêja serbikevin. Lê hûn dizanin hemû karê kedê ye. Hûn hene ku em bi ruhê seferberiyê li Çewligê di hilbijartinê de serbikevin. Hevalên hêje em ê du ricayan ji web ikin. Yek bila xwişk û birayên me yên karker û xwendekar ku neçar mane li derveyî bajêr dijîn û dengê wan li vir e, bi rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û navên xwe li wir binivîsin. Em ê weke DEM Partiyê wan bînin Çewligê û bikin ku dengên xwe bikarbînin. Em dizanin ku gelek xwişk û birayên me yên karker neçar dimînin ku koçî Tirkiyeyê bikin. Em ê rehberên xwe yên telefonan di çav re derbas bikin? Em ê li wan bigerin? Weke hûn dizanin deng veguhestine vê derê jî. Pêşîlêgirtina van dengan di vê xebatê re derbas dibe. Ya duyêmîn ev dest ji dizînê bernadin. Em ji bo sindoqên xwe biparêzin seferberiyê îlan bikin ciwanên Çewligê? Dema me ev her du tişt kirin, em bawer dikin ku em ê di hilbijartinê de serbikevin.”
 
Mitîng bi derketina ser dikê ya Bro Avis û Ciwan Adar bi dawî bû.