Wêranşar li gel DEM Partiyê ye

img
RIHA - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn, diyar kirin ku ew ê şaredarîvaniyeke li ser hîmê beşdariyê û demokratîkbûyînê esas bigirin. 
 
Li Wêranşarê ji namzetên şaredariyê yên partiyên siyasî, eleqeyeke zêde ji bo namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) heye. Namzetên hevşaredariyê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan li bajêr derî bi derî digerin. 
 
Ji namzetên hevşaredariyê Serhat Dîcle Înan got: "Gel ji şaredarîvaniya heyî bêzar bûye. Em diçin kuderê, gel behsa xizmetên şaredariyên berê yên partiya me dikin. Gel birçiyê şaredarîvaniya DEM'ê ye." 
 
Înan, diyar kir ku ger şaredariyê bi dest bixin wê pirzimaniyê esas bigirin û wiha got: "Wê welatiyên ku ji ber bi ziman nizanin û tên şaredariyê û destvala vedigerin, tune bin. Wêranşar ji şaristaniyên mîna Roma û Sumerê re dergûşî kiriye. Girekî mîna yê Miraza, Girê Seferê heye. Şaredariya heyî dema bivir lic ihekî dixe û dîrok ji wir dertê, di cî de ser wir digire. Dîrokê vedişêre. Lê em ê şaredarîvaniyeke berevajî vê bikin. Em ê dîrokê eşkere bikin." 
 
Înan, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr DEDAŞ e û wiha got: "DEDAŞ cotkaran di bin deynên giran de dihêle û cotkar çi biçînin jî di dest wan de tiştek namîne. Alîkariya ku dewlet dide jî bêyî bikeve hesaba cotkaran, tê desteserkirin. Ji ber vê Wêrnaşar di warê çandinî û sewalkariyê de dixisire." 
 
LEYLA GUVEN BIBÎR XIST
 
Namzeta hevşaredariyê Bedriye Yorgûnê jî destnîşan kir ku welatî alîgirê guherînê ne. Yorgûnê anî ziman ku ew xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya dûr û dirêj in û di vê têkoşînê de têkoşîna jinê xwedî cihekî girîng e. Yorgûnê got: "Hewl dan Wêranşarê bi feraseta 'Gelê Wêranşarê şaredarên jin naxwaze, feodal e, ji bo vê ne amade ye' birêxistin bikin. Di vî warî de li Wêranşarê tecrûbeya şaredariyê ya Leyla Guvenê hebû. Hat dîtin ku siyaset karê jinê ye û rêxistinbûna civakî jî karê jinê ye. Gava em li ser esasên pîvanên partiya xwe yên di warê azadiya jinê de tev digerin, gelê me dibîne ku tişta tê gotin ne rast e." 
 
KARKERIYA DEMSALÎ
 
Yorgûnê diyar kir ku ji pirsgirêkên herî mezin ên navçeyê yek jê jî karkeriya demsalî ye û got ku şert û mercên karkerên çandiniyê yên demsalî  "şertên koletiyê" ne. Yorgûnê destnîşan kir ku dê vê meseleyê çareser bikin û got: "Em ê xebatên li ser esasên gel û xebatên pdêivî bi wan hene deynin ber xwe. Mirov li vir di nava tunebûyînê de dijîn. Em ê tevî jinan dawî li vê bînin." 
 
Yorgûnê da xuyakirin ku ew ê di hemû qadên şaredariyê de temsîliyeta wekhev esas bigirin û got: "Em ji kuçeyan heya bi taxan û li seranserê navçeyê meclisên jinan ava bikin. Em ê şaredarîvaniyeke li ser esasê beşdariyê û demokratîkbûyînê bikin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî