DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê

img
ERZIROM - Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren diyar kirin ku ew amade ne şaredariya navçeyê ku AKP’ê ew kiriye kavil, bi rê ve bibin. 
 
Ji hilbijartinên herêmî re du roj man. Gelê kurd bi biryar e ku li hemû bajar û navçeyan ên qeyûm tayinî wan hatine kirin, serkeftineke mezin bi dest bixe. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi bi vê biryardarî û hêviya gel bi coşeke mezin ber bi hilbijartinê ve diçe. DEM Partî di vê hilbijartinê de armanc dike ku Şaredariya Xinûsê ya Erziromê bi dest bixe ku di sala 2019'an de HDP'ê bi hezar û 500 rayî winda kiribû. 
 
Di vê çarçoveyê de namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren, pirsgirêkên bajêr bilêv kirin û gotin ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr bixebitin. 
 
PIRSGIRÊKÊN JINAN
 
Îmreyê diyar kir ku jinên li Xinûsê bi keda xwe nayên xelatkirin û jinan daxwaza avakirina kooperatîfê kirin. Îmreyê destnîşan kir ku li Xinûsê ku erdnîgariyeke çandinî û sewalkariyê ye, roleke mezin a jinan heye û got ku bi vekirina kooperatîfên jinan ên di bin banê şaredariyê de ew ê keda jinan diyar bikin. Îmreyê destnîşan kir ku ew dixwazin bi vekirina qursên wekî dirûtinê, çêkirina paste û xwarinê tevkariyê li pêşkeftin û aboriya jinan bikin û got ku ew ê ji bo jinên nexwende kampanyayan li dar bixin. Îmreyê anî ziman ku li navçeyê tu qadên ku jin karibin tê de bi rihetî tevbigerin tune ne û got ku ew ê xaniyên jinan ên ku tenê xizmeta jinan dikin vekin. Îmreyê bilêv kir ku ew ê ji bo jin û zarokan gelek projeyan pêk bînin û got ku ew ê li gorî daxwazên jinan tevbigerin.
 
PROJE
 
Îmreyê diyar kir ku ew ê di warê çand û hunerê de gelek xebatan bikin û got ku ew ê ji bo kesên bixwazin kursên govend û muzîkê yên gelêrî vekin. Îmreyê anî ziman ku derfetên navçeyê têrê nake ku ciwan daxilî nava çalakiyên civakî bibin û got ku ew ê di vî warî de qadên sînema, şano û şaxên cur bi cur ên sporê ava bikin. Îmreyê diyar kir ku Xinûs di warê perwerdeyê de li paş maye û wiha got: “Li navçeya me saziyeke taybet a perwerdeyê jî nîn e. Ji bo vê jî ciwanên me neçar in biçin bajarên cuda. Li navçeyê nebûna saziyeke taybet a perwerdeyê zarokan di warê perwerdehiyê de qels dike. Bi vekirina saziyeke taybet a perwerdeyê ya di nava şaredariyê de, em ê di ji bo amadekariya xwendekarên lîse û zanîngehê piştgiriyê bidin xwendekaran. Bi vekirina pirtûkxaneyan, ji bilî saziyên hînkirinê yên taybet, em ê piştrast bikin ku xwendekar bigihên materyalên ku ji bo perwerdehiya wan hewce ne."
 
‘KAMPANYAYEKE QIRÊJ DIMEŞÎNIN'
 
Namzedê din ê hevşaredariyê Gursel Eren jî diyar kir ku deynê Şaredariya Xinûsê nehatiye eşkerekirin û got: “Lê em dizanin ku em ê bi kavilbûnê re rû bi rû bimînin. Ji ber ku li taxên em di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana wan dikin, em li ber deriyan lodên hesinan, komira li ser qamyonan û ji bilî vê jî kîsên erzaq û arvan dibînin. Yanî hemû îmkanên şaredariyê tên seferberkirin, tenê ji bo bidestxistina dengan. Di ser pirsgirêkên gel re kampanyeyeke qirêj dimeşînin. Ev alîkarî beriya hilbijartinê bi çend rojan tên kirin."
 
‘JI DÊVLA XIZMETÊ PIRGIRÊK HILBERANDIN'
 
Eren anî ziman ku pirsgirêkên çûnûhatinê, binesaziyê û ava vexwarinê yên navçeyê di asta herî jor de ne û got: “Rê tune ye. Pirsgirêkên hatin û çûyînê li gundên Xinûsê, bi taybetî di mehên zivistanê de zêdetir in. Mirovên li gundan neçar dimînin ku nexweşên xwe bi rêbazên berê veguhezînin. Jinên ducanî li ser rêyan zarokan tînin. Li vê navçeyê pêwîstî bi ambûlanseke berfê heye, em ê vê peyda bikin. Li aliyê din jî kêmbûna ava vexwarinê heye. Pirsgirêkên kanalîzasyon û binesaziyê hene. AKP'ê di nava 5 salan de li şûna xizmetê li Xinûsê pirsgirêk hilberandin."
 
Eren di dawiyê de destnîşan kir ku berovajî AKP'ê ku tenê xizmetê dide taxên nêzî xwe, ew ê xizmetê ji her kesî re bikin û ji bo xwe û hevala xwe ya namzet û partiya xwe DEM'ê ji gel jî piştgirî xwest.