Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin

img

MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re bi meşaleyan meş li dar xistin. 

 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mêrdînê bi şev û roj berdewam dikin. Bi sedan welatiyên li navçeya Şemrexê kom bûn ji bo piştgiriyê bidin DEM Partiyê, bi meşaleyan meş li dar xistin. Welatiyên li Qada Cumhuriyetê hatin cem hev, li bi dahol û zirneyan govend gerandin û piştre ber bi navenda navçeyê ve meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û "Dem dema azadiyê ye” hatin berzkirin. Gelek welatiyan ji di şaneşîn û paceyên avahiyên xwe de bi tililî û çepikan pişgtirî dan meşvanan.  
 
JI HEVŞAREDARAN BANGA JI BO SINDOQAN
 
Meşvanên hatin pêşiya buroya hilbijartinê ya jinan, li ber stranên stranbêjên herêmî govend gerandin. Namzeta hevşaredariyê ya Şemrexe Kudret Uçuk li vir axivî û îşaret bi qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin kir û wiha got: "Êdî gelê Şemrexê careke din diyar dike ku qeyûman naxwaze. Gelê kurd çawa ku heya niha serî li hemberî zextan netewandibe, dê niha jî netewîne." Namzetê hevşaredariyê Hamdîn Demîr jî banga “Xwedî li îradeya xwe û sindoqan derbikevin” li gel kir. 
 
ARTUKLU
 
Namzetên hevşaredariyê yên Artukluyê Munevver Olker û Mehmet Alî Amak jî çûn serdana esnafên Sîteya Pîşesaziyê ya li Taxa Stasyonê. Namzetan li pirsgirêk û daxwazên esnafan guhdarî kirin û der barê gihandina hoste û berdestkan de projeyên xwe parve kirin. Piştre namzet çûn serdana Bazara Çarşemê ya li Taxa Stasyonê. Xebatên hilbijartinê piştre jî li taxên Ziyaretler û Kabalayê domiyan. Di serdanan de eleqeyeke mezin a welatiyan ji bo namzetan hebû.
 
TURK: EV TÊKOŞÎNEKE DOMDIRÊJ E
 
Namzetê hevşaredariyê Bajarê Mezin a Merdînê Ahmet Turk jî li navçeya Qoserê çû serdana komeleyan. Turk, serdana Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Necara kir û ev tişt gotin: “Bêyî gelê kurd tu kes nikare têkeve lêgerînên cuda. Heke gelê kurd bi awayeke xurt xwedî li îradeya xwe derkeve, tu kes nikare me piştguh bike. Lê belê ev têkoşîn bi hilbijartinê re sînordar nîne. Rojek du roj nîne ev têkoşîn. Riyeke domdirêj e. Xema me ew e ku aştiyeke birûmet were van axan. Em dixwazin gelên ereb, kurdi, tirk, suryan bi hev re wekhev bijîn. Em dixwazin her kesek ji mafê hev re rêzdar be. Şaredarî ji me re girîng in. Ev du serdem e dest datînin ser îradeya gelê kurd. Dê gelê me careke din xwedî lî îradeya xwe derkeve û dê bersivê bide qeyûman.” 
 
Turk axaftina xwe wiha domand: “We qeyûm tayîn kir lê belê gel ji we qayîl nîn e. Dê gelê me careke din îradeya xwe diyar bike. Em ji bo xizmeta gelê xwe bikin tên. Em ê bi her awayî derfetên xwe pêşkeşî gelê xwe bikin.”