Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz, dewleta tirk a îxracata hin berhemên ji welatê wan re bisînor kir, sûcdar kir ku peymanên bazirganiyê bi awayekî yek alî bin pê kirine û wiha got: “Em ê bi heman awayî bersivê bidin.”
 
Wezareta Bazirganiyê ya dewleta tirk aşkere kir ku îxracata bi Îsraîlê re di 54 komên berheman de hatiye sînorkirin. Îsraîlê bersiv da dewleta tirk. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israeil Katz li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û bertek nîşanî biryara dewleta tirk a sînorkirina îxracatê da. 
 
Katz, bi lêv kir ku dewleta tirk peymanên bazirganiyê bi awayekî yek alî bin pê kirine. Katz, da zanîn ku Îsraîl jê dê ji bo berhemên ji Tirkiyeyê tên sînorkirinên xwe yên bazirganiyê amade bike û got: “Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo piştgiriyê bide Hamasê careke din berjewendiyên aboriyê yên gelê Tirk feda kirin. Em jî dê bi heman awayî bersivê bidin.”
 
Katz her wiha diyar kir, ew ê bikevin nav hewldanên mîna “amadekirina lîsteya berhemên ku ji Tirkiyeyê îxracî Îsraîlê hatine kirin û bisînorkirin” û bi rêxistinên li Amerîkayê re têkiliyê deynin, razemeniyan li Tirkiyeyê rawestînin, pêşî li îthalata berheman ji Tirkiyeyê bigirin û cezayan li ser Tirkiyeyê ferz bikin.