Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Partiya Îyiyê yê berê Aytun Çiray ji bo Meral Akşener a ku gotibû dê dev ji serokatiya giştî berde wiha got: “Pêwendiyên wê bi Erdogan re hebûn û li gorî planê xwe ji Maseya 6 Ling vekişand.” 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de Partiya Îyîyê têkçûneke mezin jiya. Piştî vê têkçûnê, gelek kesan ji partiyê îstîfa kirin û Meral Akşener jî ragihand ku dê dev ji serokatiya giştî berde. Li ser vê biryara Akşener, îdiayên girîng hatin kirin. 
 
Sekreterê Giştî yê Partiya Îyiyê yê berê Aytun Çiray îdia kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyî Erdogan, Meral Akşener şandiye nav Maseya 6 Ling. Çiray, şevê din tev li bernameya TV’yekê bû û got: “Pêwendiyên Meral Akşenerê bi Tayyîp Erdogan re hebûn. Bi awayekî plankirî xwe ji Maseya 6 Ling vekişand. Dê bi demê re belge bêhtir bikevin ber dest ku Akşener yekser ji hêla Erdogan ve şandibûn nav Maseya 6 Ling.”