Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin

SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya cejnê çû serdana Şaredariya Sêrtê û wiha got: “Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin. Hûn bi ser ketin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di roja duyemîn a Cejna Remezanê de hate Sêrtê. Bakirhan, di ketina bajar de ji hêla Parlamenter Sabahat Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş û rêveberên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Bakirhan derbasî avahiya rêxistina bajar bû û li vir cejna welatiyan pîroz kir. 
 
Bakirhan cejna her kesî pîroz kir û ji ber serkeftina di hilbijartinê de, spasiya her kesî kir. 
 
Bakirhan piştre jî çû serdana Dayikên Aştiyê û li gel wan derbasî Şaredariya Sêrtê bû. Bakirhan li şaredariyê bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Bakirhan, ji hêla Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ve hate pêşwazîkirin. Bakirhan li vir yek bi yek cejna her kesî pîroz kir û got: “We şaredarî ji destê dizan rizgar kir. Spasiya xelkê bajar dikim.” 
 
'EV DER MALA WE YE’
 
Bakirhan, bi domdarî wiha got: “Ev der mala we ye, mala sêrtiyan e. Îşala dê hevalên me xizmetekî hêjayî we bikin. Hûnb i ser ketin û deriyê şaredariyê her tim li we vekirî ye. Hûn kengî bixwazin, çi daxwaz û pirsgirêkên we hebin, ev derî her tim li we vekirî ne. Hûn xelkekî egîd û birûmet in. Tevî hemû zextan û hilbijêrên qaçax jî we bi sekna xwe ya birûmet şaredarî dîsa bi dest xist. Yek bi yek ez we tevan pîroz dikim.” 
 
'EM Ê BI AWAYEKÎ WEKHEV XIZMETÊ JI HER KESÎ RE BIKIN’
 
Bi domdarî Bakirhan wiha axivî: “Yên mala we xesp kirin, yên ev du serdem in şaredariyê talan dikin, yên diziyê idkin, çand û zimanê we tune dihesibînin dîtin ku tu wateya van zextan ji bo xelkê Sêrtê nîne. Tevî zextan jî we îradeya xwe nîşan da. Hevalên me dê her qirûşekê we weke pereyê xwe bin biparêzin. Dê pêşkeşî tu kesan nekin. Dê şaredariya me cihêkariyê neke û adilane be. Ji ber ku em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan e. Em bêedaletiyê nakin. Em ê bi awayekî wekhev xizmetê ji her kesî re bikin. 
 
Li hinek bajarên din ên kurdan ên weke Şirnexê îradeya gelê me hate xespkirin. Li hemû bajaran em di meclisên giştî yên bajar de bûn partiya yekemîn. Dê xelkê me yê îradeya wan hatiye xespkirin di hilbijartina pêş de bersiveke mezin bide wan. Yên şaredariyên kurdan bi bloqên betonan girtin, yên dijminatî li kurdan kirin winda kirin. Weke kesên aştîxwaz, edalethez û azadîxwaz hûn bi ser ketin.” 
 
Piştre jî Bakirhan û şandeya pê re çûn serdana esnafan û cejna wan pîroz kirin. Di serdanê de eleqeyeke zêde ji bo Bakirhan hebû. 
 

Bakirhan di çarçoveya bernameya cejnê de derbasî bajarokê  Ziyaretê yê Xana Hawêlê bû. Bakirhan û şandeya pê re bi çepik û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Bakirhan piştre di meqama xwe de serdana hevşaredarên Ziyarêtê Berfîn Evren û Enes Cengîz kirin. Bakirhan li vê derê ji partiyî û gel re nirxandina hilbijartinê kir.

‘ME ŞERXWAZAN DA WINDAKIRIN’

Bakirhan li pêşiya avahiyê şaredariyê daxuyaniyeke kin kir. Bakirhan diyar kir ku gelê Ziyaretê ya ji destê tê pêk anî û got ku êdî berpirsyarî ya wan e û dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me pir fedakar e pir bi nirx e. Nekarîn îradeya we xesp bikin. Her dengekî we ji bo yên ku dixwestin kurdan tune bikin bû bersiv. Ev der navenda turîzmê ye û ji bo pêşxistina vê derê çi ji deste me were êm ê bikin. Em têkoşîna ziman, bawerî û nasnameya we didin. Me ne tenê şaredariyên bajarên kurdan bi dest xistin, di heman deme de me bi kesên ku kurdan tune dihesibînin û kurdî wek zimanê ‘nayê zanîn’ nişan didin jî da windakirin, me bi yên ku şer dixwazin jî da windakirin.”  

Bakirhan û şandeya pê re çûn serdana Tirbeya Weysel Karanî û dia kirin. Şande piştre derbasî Misircê bû.

Bakirhan ji hêla hevşaredarên Misircê Sadiye Aktî û Alî Riza Bîngol hatin pêşwazîkin û bi hev re derbasî pêşiya avahiyê şaredariyê bûn. Şande ji hêla gelek kesan hate pêşwazîkirin.

‘GELÊ ME BERXWEDÊR Û BIRÛMET E’

Bakirhan li pêşiya avahiyê şaredariyê axaftineke kin kir û ev tişt gotin: “Xespkirina îradeyê di kîjan baweriyê de heye. Lê belê we hedê wan nîşanî wan da. We feraseta qeyûman têk bir. Gelekî me yê berxweder û birûmet heye. Em çi bikin jî hindik e. Em bi we re hene, heke hûn bextewar bin, em hene. Yê ku dixwaze bibe desthilat divê kurdan û îradeya kurdan nas bike. Hewl dan şaredariya Wanê desteser bikin. Helwesta wan di qada Wanê de parçeparçe bû.”  

Bernameya Bakirhan a Sêrtê bi dawî bû.