Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku partiyên siyasî yên kurd ji bo helwesta xwe ya hevpar diyar bikin dê di konferansê de werin ba hev. 
 
Partiyên Kurd ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo ku di çareseriya pirsgirêka kurd û ya Suriyeyê de nêrîneke yekpare ya siyasî derxînin holê û pêk bînin, dê rêzecivîn û hevdîtinan dikin. Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê ev xebat di sala 2023'yan de dest pê kirin û heya niha bi pêşveçûnê berdewam dikin ev fikr derketiye pêş: “Pêwîst e em di çareseriya kurd û ya Suriyeyê de bibin xwediyên gotinê û bingehekê ji diyaloga ji çareseriya aloziyan çêbikin.”
 
DESTPÊKÊ HEVDÎTIN
 
Di çarçoveya vê nêrînê de destpêkê di navebar partiyên Kurd de diyalog û hevdîtin hatin meşandin. 24 partiyên siyasî bi erênî nêzî xebatê bûne û hevdîtinên xwe domandin. Dema ku ber bi dawiya sala 2023’yan de ve nîqaşên nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatin meşandin, partiyan jî lez dan xebatên xwe.
 
BELGENAMEYA HELWESTA FERMÎ
 
Wekî encamek van hewldanan di 29’ê Kanûna 2023’yan de reşnivîsa helwesta siyasî ya yekpare hat amadekirin. Belgenameya  helwestê ya fermî destpêkê ji 9 xalan pêk dihat, lê piştî gotubêjan 5 xalên din li ser hatin zêdekirin û bûn 14 xal.
 
ENKS’Ê Jİ DESTPÊKÊ VE RED KIR
 
Belgenameya ji aliyê piraniya partiyên tevlî hevdîtinan bûne ve erênî hat dîtin. Tenê 4 partiyan li ser 3 xalan gumanên xwe anîn ziman, lê bi van partiyan re jî danûstendin berdewam dikin.
 
Tişta balkêş ew e ku ENKS li her cihekî bi hêzên dagirker û çeteyan re rudine, lê hîn ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya kurdî bibe.
 
BELGENAME BI GEL Û REWŞENBÎRAN RE HATE PARVEKIRIN
 
Piştî lihevkirinan li ser reşnivîsê, heman nêrînên hevpar bi gel û rewşenbîran re jî hatin parvekirin. Bi vê mebestê ji destpêka meha Adarê (2024) ve dest bi pêkanîna civînan hat kirin. Civîna yekemîn û duyemîn li Qamişlo, hat çêkirin, pişte li Hesekê, Kobanê, Amûdê, Dêrik û Dirbêsiyê dom kirin.
 
Di civînên ku rûpsiyî, rewşenbîr û welatî tevlî bûn de reşnivîsa helwesta yekpare ya partiyên Kurd hat xwend û nirxandin li ser hatin kirin.
 
Rayedaran da zanîn ku civînên parvekirên bi gel, rewşenbîr û nivîskaran re bidawî bûne, lê gotubêjên wan ên li ser pêşniyarên di civînan de derketine holê û rewşa dawî yê belgenameyê didomin.
 
PLANSAZIYA KONFERANSÊ
 
Lî gorî zanyariyên partiyan, eger astengiyên mezin derknekevin, tê plankirin di dema pêş de konferansek bê lidarxistin. Di vê konferansê de wê nûnerên partiyan, rewşenbîr-nivîskar û pêşengên gel amade bin. Tê gotin ku hejmara beşdaran di navbera 150-200 kesan de be.
 
Di konferansê de wê reşnivîs were nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn. Eger reşnivîs bê erêkirin û lihevkirin çêbibe, wê bi daxuyaniyekê encam bi raya giştî re were parvekirin. Piştre jî wê bi civînek çapemeniyê pirsên rojnamevanan werin bersivandin.