Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn

img
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû bi armanca qedexekirina bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê de teklîfa qanûnê pêşkeşî Meclisê kir, wiha got: “Qûtkirina bazirganiyê ya bi Îsraîlê re dê piştgiriya serxwebûna Gazeyê bike.”
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê pêşkeşî Meclisê kir. Gergerlîoglû, di hinceta teklîfa qanûnê de destnîşan kir ku ji bo pêşiyê li tevgerên Îsraîlê yên li dijî mafên mirovan bigirin û piştgiriya siyasî bidin Xezayê divê bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê de bê rawestandin. 
 
DÊ BANDORÊ LI XEZAYÊ BIKE
 
Gergerlîoglû di hincetê de bal kişand ku li gorî hiqûqa navneteweyî êrişên li dijî jîngehên sivîl nayên qebûlkirin û li dijî mafên mirovan e û divê civaka navnetewî li dijî van binpêkirinan bi awayekî bi bandor mudaxile bike. Gergerlîoglû yê got ku “Birîna qûtkirina bazirganiyê ya bi Îsraîlê re dê piştgiriya serxwebûna Xezayê bike” di teklîfa xwe de ev tişt gotin: “Di vê çarçoveyê de ji bo ku Tirkiye zextan bike divê bazirganiya bi Îsraîlê re qût bike. Ev yek dê bandorê li rewşa siyasî ya Xezayê bike û hewldanên wê yên serxwebûna aboriyê ya Xezayê zêde bike. Qûtkirina bazirganiyê dê civaka navneteweyî teşwîq bike da ku alîkariya mirovahî û piştgiriya bi Xezayê re zêdetir bike. Ev yek wê tevkariyê li sivikkirina krîza însanî ya li Xezayê û başkirina rewşa jiyanê ya gelê sivîl bike. Ferzkirina qedexeyeke bi vî rengî ya bazirganiyê, wê di nava gelên Tirkiyeyê de berpirsyariyeke girîng a wijdanî bi cih bîne. Ji bo van armancan ‘Teklîfa qanûna têkildarî qedexekirina bazirganiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de’ hatiye amadekirin.”