Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdara ku encamên hilbijartinê rast nexwed, ji bo destûra şer bigire welat bi welat digere û got: “Lê encamên hilbijartinê banga ‘ji şer re na’ ya gel e.” Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku gel tercîha xwe ji bo guherînê kiriye.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê bi hevşaredaran re civiyan. Di civînê de dê encamên hilbijartinê bên nirxandin û nexşerêya serdema nû were diyarkirin. Bakirhan û Hatîmogûllari beriya civînê rojevên heyî nirxandin. 
 
 ‘EM LAYIQÊ GEL BIN’
 
Bakirhan, diyar kir ku wan di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistine û hemû kesên keda wan di serkeftinê de heye pîroz kir. Bakirhan, got ku ew ê layiqê gelê xwe bin. Bi domdarî Bakirhan 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan bi bîr xist û qurbanî bi bîr anî. Bakirhan, xwest ku dewlet bi qirkirinê re hevrû bibe û got ku ew ê ji bo vê têbikoşin. 
 
‘DIVÊ ENCAM RAST BÊ XWENDIN’
 
Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku îradeya gel di hilbijartinan de bandor li encaman kiriye û wiha got: “Ev îrade jî îradeya aştî, demokrasî û azadiyan e. Em ê bi hev re xwedî li vê îradeyê derkevin. Zîhniyeta qeyûmperest û ya şaredarîvaniya xerab winda kir. Gelê me bi ser ketin. DEM Partiyê bi serkeftina xwe cara ewil têkçûneke mezin bi îktîdara AKP-MHP’ê da jiyîn. Banga me ji bo îktîdar û muxalefetê ew e ku encamên hilbijartinê rast bixwînin. Divê di rojê pêş de ev îradeye esas were girtin û di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêkên din bên çareserkirin. Me gotibû ‘yên meseleya kurd çareser nekin dê têk biçin’ û wisa bû. 
 
HÊVIYA XWE GIRÊDAYÎ OPERASYONÊ KIRINE 
 
Îktîdara ku peyama gel a 31’ê Adarê fêm nekirî, niha ji bo destûra şer bigire welat bi welat digere. Ji bo pirsgirêka kurd hêj jî hêviya wan operasyonên leşkerî ne. Ev rê û rêbaz bi dehan caran hatin ceribandin lê encamek jê derneket. Em ê teqez rê nedin vê. Dixwazin têkçûna xwe ya hilbijartinê bi rijandina xwîn û hêsiran veşêrin. Lê encamên hilbijartinê ji xwe banga ‘ji şer re na’ bû. Banga ‘bila pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin’ bû. Lê fêm nakin. Bi sedan operasyonên leşkerî hatin kirin lê encamek jê nehat girtin. Pêdiviya vî welatî ne bi mirina ciwanên kurd û tirk, bi mitabeqeteke mezin a civakî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk heye. Heke aştî bê dê hinek tune bibin lewma serî li şer, gef û tundiyê didin. 
 
EM DI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DE BIISRAR IN 
 
Piştî her hilbijartinê tiliya xwe li me dihejînin. Lê em careke din dibêjin; êdî siyaeta girtinê û gefan bi dawî bûye. Me tu caran serî li ber van gef û şantajan serî netewand û dê netewînin. Vaye berxwedana Wanê mînaka vê ye. Em careke din dibêjin; em bibiryar in ku aştî û demokrasiyê bînin vî welatî û heta hemû gel û bawerî li gorî destûreke bingehîn a demokratîk tên birêvebirin jî dê têkoşîna me bidome. 
 
PÊDIVÎ BI PAQIJIYEKE RÊYÊ HEYE
 
Ev dixwazin di sedsala duyemîn de jî welat li gorî Destûra Bingehîn a 1924’an birêve bibin ku destûra bingehîn a red û înkarê ye. Lê em ê teqez rê nedin vê. Erê rast e pêdivî bi Destûra Bingehîn a Demokratîk heye û ji bo vê jî hewcehî bi paqijiyeke rê heye. Divê ev jî bi beşdariya civakê û tevahiya derdorên rêxistinkirî were amadekirin. 
 
KARÊ ŞAREDARIYAN XIZMET E
 
Em şaredariyan ne weke qadên rant, partîperestî û hwd. dibînin; ji bo me qada xizmeta herî baş a ji gel re ye. Piştrast bikin ku her tişta hûn dikin bandorê li siyasetê dike. Karê sereke yê şaredariyên me, xizmetkirina gel e. Siyaseta ku bi gel re pêwendiyên baş didane, siyaseta xizmetê siyaseta rast e. Lewma divê em tevek li gorî vê rêgezê tevbigerin.” 
 
3 HEDEF 3 SERKEFTIN
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku pêşhilbijartinên wan di cîhanê de tecrûbeya ewil bû. Hatîmogûllari diyar kir ku DEM Partiyê mîrateyeke girîng ji siyaseta Tirkiyeyê re hişt. Hatîmogûllari, zehmetiyên di xebatên hilbijartinê de jiyayîn rêz kir û da zanîn ku tevî her zext, nelirêtî, derhiqûqtî û hwd. jî wan serkeftineke mezin bi dest xist. Hatîmogûllari, wiha pê de çû: “Hevalên hêja dema me kampanyaya hilbijatinê dimeşand me 3 hedef danîbûn pêşiya xwe. Ya yekemîn; wergirtina şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin; ya duyemîn; zêdekirina destkeftiyên nû yên li destkeftiyên sala 2019’an; ya sêyemîn jî paşdexistina faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya Tirkiyeyê. Di her sê hedefan de jî em bi ser ketin. 
 
GEL GOT ‘BISEKINE’
 
Divê encamên van hilbijartinan baş bên xwendin. Ev yek erk û berpirsyartiya me ye. Gelên me ji AKP-MHP’ê ku dixwazin faşîzm, otorîterbûn û zîhniyeta qeyûmperest mayînde bike re got ‘bisekine.’ Gel ji faşîzm û rejîma qeyûm re got ‘na.’ Gelên me tercîha xwe ji bo guherînê kir. 
 
ME NÛNERTIYA WEKHEV PÊK ANÎ
 
Hêj jî mudaxileyî şêweyê jiyanê yê jinan tê kirin. Jinan di vê hilbijartinê ji feraseta otorîter û polîtîkayên şerê taybet re gotin ‘bisekine.’ Me pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bi cih anî. Ev yek ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê û jinan, ji bo gelên tevahiya herêmê û cîhanê tecrûbe û destkeftiyeke girîng e. Me êrişên îdeolojîk ên li dijî destkeftiyên jinan qebûl nekir.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.