DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê

img

ENQERE - DEM Partiyê bal kişand ser krîza aborî, bihakirina kirêya xaniyan û ji bo desteka kirê ji welatiyên feqîr re bê temînkirin, pêşniyarqanûnê da Meclisê. 

 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo desteka kirê ji kesên nikarin kirêya xwe bidin re bê temînkirin, pêşniyarqanûnê dan Serokatiya Meclisê. 
 
Di teklîfa qanûnê de hat diyarkirin ku polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê xelet in û ji ber van polîtîkayan zêdebûna enflasyonê û bihakirina hewcedariyên jiyanî zêdetir dibe û welatî li ber feqîriyê pelçiqî ne. Di pêşniyarqanûnê de hat gotin ku pirsgirêkek pirr cidî ya kirêkirina xaniyan heye û beşek mezin a civakê neçar dimîne ku qezenca xwe ya mehane bide heqê kirê û ev yek debara xelkê dixe nava zehmetî û bêderfetiyan. 
 
RÊJE LI TIRKIYEYÊ KÊM DIBE
 
Di pêşniyarqanûnê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kirêkirina xaniyan her ku diçe zêdetir dibe û di warê kirê ango konûtan de li welatên Ewropayê Tirkiye welatê herî kêm e û di rêza çaremîn de cih digire. Di pêşniyarqanûnê de hat gotin ku li Yekitiya Ewropayê rêjeya xwediyê xaniyan ji sedî 70’ê ye û ev rêje li Tirkiyeyê ji sedî 58 e û li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) her ku diçe rêjeya ku welatî dikaribin ji xwe re xênî an malê bikirin kêm dibe. 
 
ALÎKARIYA KIRÊ
 
Di pêşniyarqanûnê de hat destnîşankirin ku her roja ku diçe hejmara kesên di xaniyên kirê de rûdinên zêde dibe û hat xwestin ku ji bo kesên nikarin kirêya xwe bidin re destek û alîkarî bê temînkirin.