Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Burhanettîn Bulut da zanîn ku rêveberiya Sûriyeyê daxwaza hevdîtinê ya Ozgur Ozel qebûl kiriye. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Burhanettîn Bulut têkildarî serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a ji bo Sûriyeyê agahî dan. Bulut ku tev li bernameya Halk TV’yê bû, got ku rêveberiya Şamê ji bo daxwaza serdana wan bersiveke erênî daye. Bulut, got ku dê dîroka hevdîtinê li gorî şert û mercan bê diyarkirin.