DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî

img
ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku îktîdara AKP’ê bi paketa darazê ya aniye Meclisê re dixwaze berjewendiyên xwe yên siyasî mîsoger bike û di serî de gelê kurd dê mafên derdorên cuda jî xesp bike. DEM Partiyê şerh danî vê paketê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Paketa Darazê ya 9’emîn ku AKP’ê anîbû Meclisê û ji komîsyonê derbas bûbû, bi îmzeya Endamên Komîsyona Edaletê ya Meclisê Dîlan Kunt, Onur Duşunmez û Zulkuf Uçar şerh danî. DEM Partiyê di şerha ji 61 rûpelan pêk dihat de diyar kir ku AKP bi awayekî sîstematîk bi rêbaza komeqanûnan qanûnan derdixîne û rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li derveyî pêvajoya çêkirina qanûnan dihêle. Hat gotin ku ji ber van rêbazan aliyê eşkere yê hiqûqî, yê hevgirtîtiyê û jêbaweriyê hatiye binpêkirin. Bi domdarî hat gotin ku AKP qanûnan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî amade dike. 
 
Bi domdarî hat gotin ku bi paketa behsa xeberê re pêşiya tayînkirina qeyûman a li şîrketan hêj bêhtir tê vekirin; dê rayeya lêpirsînê bi destê meqama bicîanînê ve were xespkirin; bi paketê re dixwazin îktîdara AKP’ê mayinde bikin; di serî de gelê kurd li dijî hemû derdorên muxalîf dê pergaleke hiqûqê ya cotstandartî were avakirin; bi vê paketê re di serî de mafê bikaranîn paşnavê xwe destkeftiyên jinan hedef tên girtin; di paketê de ji bo jinên li edaletê digerin tu sererastkirin tune ne û berevajî vê bingeha êrişên li dijî kesayet, nasname û maf û azadiyên jinan tên amadekirin û bi gotina “avadaniya malbatê ya tirk...” re nasnameya gelên weke kurd, rum, ermen, suryan û hwd. tune tên hesibandin û cihêkarî tê kirin. 
 
PÊŞNIYARÊN HATINE KIRIN 
 
Di şerhê de her wiha DEM Partiyê pêşniyarên xwe jî kir. Hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tavilê were rakirin; TMK weke rakirin; girtiyên nexweş bên berdan; benda hilbijartinê were rakirin; sûcdariya heqareta li dijî serokkomar û endamtiya rêxistinê bên rakirin; sepana tayînkirina qeyûman were bidawîkirin; biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin; kesên bi KHK’an ji kar hatine derxistin dîsa vegerin ser peywira xwe; divê di Qanûna Dadger û Dozgeran de sererastkirin bên kirin û darazeke bêalî û serbixwe were avakirin; divê sererastkirinên ku zimanê dayikê di qada cemaweriyê de were bikaranîn bên kirin; divê cemxane weke perestgeh bên qebûlkirin; mafên xweîfadekirin, civîn, xwebirêxistinkirin û azadiya çapemeniyê bên mîsogerkirin; divê di TCK’ê de sererastkirin bên kirin û xalên azadiya fikr û xweîfadekirinê bisînor dikin bên jêbirin; divê serbixwebûn û bêalîtiya darazan bi sepan û qanûnan were misogerkirin; li dijî sûcên peywirdarên dewletê kirine lêpirsînên bêalî û bibandor bên destpêkirin û li pêşberî edaletê hesabê bidin.”