Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Sadik Topaloglû da û diyar kir ku tedawiya çavê wî didome û heke ku astengiyek derkeve dê çavê wî nebînin. 

 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Desteya Giştî ya Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. 
 
Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser gelek mijaran.
 
‘WE ÎDIANAMEYÊ JI BO TASFIYEYA SIYASETÊ BIKAR ANÎ'
 
Temellî bal kişand ser Dozaa Kobanê û destnîşan kir ku kesên îdianameya Doza Kobanê amade kirine kesên ku darbeyê pêk anîne ve hatiye amadekirin. Temellî wiha got: "We îdianameya ku wan darbekaran amade kiribû wergirt. Ji bo hûn siyaseta me ya demokratîk tasfiye bikin we hevalên me, hevrêyên me, hevserokên me bidarizînin bikar anî. Lewma îro Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Çima? Ji ber ku bi hiqûqek darbeyê hatin darizandin. We fikrên wan heps kir. We qeyûman tayînî ser şaredariyên me kirin. We welat bi qeyûman bi rê ve bir. We karên wisa kir ku nedihat hişê wan darbekaran jî. Îro li Colemêrgê qeyûm heye. Nexwê ku îro qeyûm li Colemêrgê hebe tê maneya ku hê jî zîhniyeta darbekar di dewrê de ye." 
 
'LI ÎMRALIYÊ HIQÛQA DARBEYÊ HEYE' 
 
Temellî destnîşan kir ku tecrîdek dijwarkirî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin û desthilatdariyê vê sepana tecrîdê veguherandiye "hiqûqê" û got: "Jixwe tecrîd hiqûqa darbeyê ye." ,
 
'ROJNAMEVAN SADIK TOPALOGLÛ BERDIN' 
 
Temellî bal kişand ser zextê û êrişên li rojnamevanan tên kirin û wiha got: "Hûn girtina rojnamevanan didomînin, hê jî hûn wan dixin hepsan. Herî dawî we rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş da girtinê. Tu tiştek ku bibe sûc li holê nîne. Dozger û hakîm niyeta xelkê dixwînin û rojnamevanan li ber dewletê talûke dibînin û digirin. Ev dadgeriyek çawa ye. Ev darazek çawa ye. Ev edaletek çawa ye. Ev dadgehek çawa ye. Rojnamevan Sadik Topaloglû bi pirsgirêkek cidî ya çavê xwe re rû bi rû ye. Tedawiya çavê wî dewam dikir, heke ku astengiyek bikeve tedawiya çavê wî, wê çavê wî nebîne û kor bibe. Tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene jî hê jî girtî ye. Girtîgeh veguherîne malên mirinê."