Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir

img

ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin weke dojeh hatiye dîzaynkirin û got: "Malbatên wan jî nizanin nexweş in yan dijîn an najîn." 

 
Pêşniyaznameya lêkolînê ya ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) ve der barê rêgirtina li berdana girtiyan û taloqkirina berdana wan, di Civata Giştî ya Meclisê de da nîqaşkirin û pêşkêşî dengdayînê kir. 
 
Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ji bo hinceta pêşniyaznameyê eşkere bike derket ser kursî û axivî. Beştaş anî ziman ku dewlet tolê ji girtiyên siyasî hiltîne û wiha got: “Niha mekanîzmaya tolhildanê ya hoveber di meriyetê de ye. Niha li cîhanê welatê ku herî zêde di girtîgehan de girtî hene Tirkiye ye. Li gorî nifûsa cîhanê hûn nikarin bi vê yekê serbilind bin. Tevî ev yek jî nîşan dide ku civaka Tirkiyê çiqasî di bin metirsiyê de ye."
 
'GIRTÎGEHA ÎRMALIYÊ DOJEH E' 
 
Beştaş bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê niha weke dojehekê hatiye dîzaynkirin. Malbatên wan jî nizanin nexweş in yan dijîn an najîn. Di ti sîstemeke cîhanê de tecrîda ku 40 meh bidome û bi salan berdewam bike tune ye. Dayikan tenê ji bo ku ji zarokên xwe girtî re pere razandine, dayik tenê ji ber ku di merasîmên zarokên xwe du sê gotinan kirine wan dixin girtîgehê. Ev pergala zilmê ye. Ev yek faşîzmê jî derbas kiriye. Cezayê darvekirinê li Tirkiyê heye, ne bi yekcarî; Bi dermannekirina girtiyan, bi girtina wan a li girtîgehan, bi taloqkirina berdana girtiyan, her sal bi dehan û bi sedan kes di zindanan de jiyana xwe ji dest didin. Em tu carî dest ji vê mijarê bernadin. Girtîgeh wêneyên Tirkiyeyê ne."
 
Piştî axaftina parlamenterên partiyên din pêşniyazname pêşkêşî dengdayînê hat kirin. Pêşniyazname bi dengên parlamenterên AKP-MHP'ê hat redkirin.